Şandeya Desteya Bilind li Rûsyayê civîna çapemeniyê lidar xist

Şandeya Desteya Bilind li Rûsyayê civîna çapemeniyê lidar xist

Şandeya Desteya Bilind a Kurdên Rojavayê Kurdistanê di derbarê xebat û hevdîtinên ku li Rûsyayê dikin civînek çapemeniyê li darxist. Civîna ku li avahiya Riya Novostî hat lidarxistin, ji aliyê çapemeniya Rûsya û Ereban ve bi baldariyeke mezin hat şopandin.

Şandeya Desteya Bilind a Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku di 4’ê Hezîranê de li ser vexwandina fermî ya Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat paytexta Federasyona Rûsya Moskova di derbarê hevdîtin û xebatên xwe de civînek çapemeniyê li darxist. Şandeya ku ji berdevk û çar endama ve pêk tê doh Êvarî li avahiye Riya Novostî di saet 17:00’an de derket pêşberî çapemeniyê. Berdevkê şandeyê Ahmet Silêman li ser xebat û hevdîtinên ku kirine agahiyek giştî da çapemeniyê. 

Ahmet Silêman di axaftina xwe de da diyakirin ku ew care yekeme ku ji hêla dewleta Rûsyayê ve tên vexwandin û got: “em li ser vexwandina wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatin vir. Ev cara yekeme ku em bi Rûsyayê re hevdîtin çêdikin. Me li avahiya wezareta karê derve bi cigirê wezîrê karê derve Mîxayîl Bogdanov û dîplomatên wezaretê re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtina me bi giranî di asta hevnaskirinê de bû. Li ser pirsgirêk û rewşa heremê zêde nîqaş çênebû. Li ser mijarekê me xwest em bisekinin. Ew jî mijara beşdarbûna 2’yemîn konferansa Cenewre bû. Me ji wan xwest ku em wek aliyekî serbixwe yê Kurd beşdarî konferansê bibin. Ew jî germ nêzî vê bûn lê ev nayê wateya ku emê ekît beşdar bibin. Me pêşniyara xwe ji wan re kir.” 

EM NIKARIN QEDERA GEL BISPÊRIN HILWEŞÎNA REJÎMÊ

Piştî daxûyaniyê endamê desteyê pirsên rojnamevanan bersivandin. Li ser pirsa tekîliyê we bi kûalisyonên Sûriyê re di çi astê de ne? Berdevkê şandeyê Ahmet Silêman got ku, ew bi hêzên kûalisyonên re di nav tekîliyekê de ne. Silêman wiha axifî: “Bi kûalisyonên Sûrî re tekîliyên me başin. Bes di mijarekê de em nebûn yek jî pirsgirêka Kurd e. Di derbarê herema Kurdistanê de em wek desteya bilind gihiştin hin beryaran. Kûalisyonê hin birayarê me di civînê de nepejiran. Ew ji me re dibêjin ‘bi hilweşandina rêjîmê re hûn dikarin hin xwestekên xwe pêk bînin’ lê em nikarin qedera gelê xwe bispêrin hilweşandina rejîmê.” 

DESTEYA BILIND NE TENÊ BI PIRSGIRÊKA KURD RE ELEQEDAR E
 
Li ser pirsa desteya bilind bi pirsgirê din yê Sûriyê re mijûl dibe an na? Silêman got: “Wek desteya bilind em, tenê bi pirsgirêka Kurd re mijûl nabin bi pirsgirêkêndin yê Sûriyê ve jî mijûl dibin. Di Sûriyê de gelek partî hene em dixwazin tekîliyê xwe bi van partiyan re xurt bikin.” Silêman li ser êrişê gelê sivîl tên kirin jî wiha nirxand; “Êrîşên pir dijvar li ser gelê sivîl tên çêkirin. Êrîşên ku gelê sivîl bike hedef û gel çavtirsandî bike ne êrîşên mafdarin ev êrîşên terorêne. Em wek desteya bilin di serî de li hemberî van êrîşa di nav helwestekê de ne. Em van êrîşa şermazar û lanet dikin.”

ROLA YPG'Ê ÇIYE?

Di civînê de ji endamê desteya bilind û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim pirsa di Rojavayê Kurdistanê de sedema hebûn û avakirina hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çinê û li di Sûriyê ti xebatên van yekîneyan hena an na? Salih Muslim ev pirs wiha bersivand: “ Hezên YPG’ê li rojava Kurdistanê beriya dû salan hat avakirin. Ew hez tene herema Rojavayê Kurdistanê diparezin. Ev hêz êrîşî tû hêzên din nake. Tenê parastina xwe û ya gelê Rojavayê Kurdistanê dike. Ji berk u di rewşên wiha aloz de gel bêparastin dimînin û gelek êş dikişînin. Ji ber vê yekê hem ji bo parastina gelê xwe û hem jî ji bo parastina deskeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê îro keç û xortên Kurd bi hev re xebata parastina gel dikin.”  

"GERM NÊZÎ NÊRÎNA ME BÛN"

Li ser pirsa hûn wek desteya bilind ji Rûsyayê çi dixwazin û gele heremê çara nêzî serhilana dibe? Salih Mulim wiha axifî: “Dostaniya Kurda û Rûsa ji diroke ve heye. Niha em bi awayekî fermî hatine vexwandin. Gelê Rûs hertim dostaniya gelê Kurd kiriye. Hevdîtinên me yê bi rayedeyarê Rûs re jî di vê çerçeveyê de bû. Ji ber ku hevdîtina yekem û naskirinê bû me ti şertên cûda nedan pêş. Lê me got ku em dixwazin wek aliyekî serbixwe yê Kurd  beşdarî konferansa Cenewrê bibin. Germ nêzî vê nerîna me bûn lê hîn ne diyare ka emê beşdar bibin an beşdar nebin. “

GEL DIZANE ÇI DIXWAZE

“Gelê Rojihlatanavîn hertim li hember rejîmên despot û dîktator serî hildane. Li vê heremê şoreşê gelan çêbûne û çêdibin. Îro li Sûriyê hin aliyên cûda dixwazin şoraşa gel ji destê gel bigre. Lê ev listik û komplo tû çara nagihêjin armanca xwe. Ji ber ku gel dizane çi dixwaze û çawa tevbire. Armanca serhildana gelê Sûriyê demokratîk kirina Sûriyê ye.”

ERDOGAN XWE SÛLTAN DIBÎNE

Di civîna çapemeniyê de çalakiyên protestokirina hikûmtê Tirkiye ku ev çend rojin hatine despêkirin jî ket rojevê. Li ser vê ji Muslim hat pirsîn ku wek desteya bilind vê çawa dinirxînin. Muslim bersîva; “Wek tê zanîn di 21’ê Adarê roja Newroz’ê de  li Tirkiye ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin di navbera Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan û deweleta Tirk de hevdîtin hatine despêkirin. Ji bo gelê Kurd ev pêvajoyek nû ye.” Di berdewama axaftina xwe de Muslim bûyerê Taksîmê jî nirxan û got: “Diyare ku bûyer ne meseleya yek dû darane. Nêzîkatiyê Serok Wêzîrê Tirkiyê Rêcep Tayîp Erdoxan yê êdî xwe wek sûltan dîtin di gel de nerehetiyek mezin çêkiriye. Îro ger li Tirkiyê hin kes ji bo hikûmetê protesto bikin dadikevin kolanan sedemê vê nêzîkatiyê hikûmetê yê nedemokratîkin. Di demokrasiyê de mafê gel yê rewa heye  îro gelê Tirkiyê jî vî mafê xwe bi kar tînin.” 

EGER KURD CIH NEGIRIN, BIRYARÊN KONFERANSÊ JÎ QEBÛL NAKIN

Ji endamê desteya Îsmaîl Hemê ger Kurd beşdarî konfansê nebin wê dinav helwestekî çawa de bin? Hat kirin. Hemê bersiva vê pirsê wiha da; “Em dixwazin wek desteya bilin a Rojavayê Kurdistanê beşdarî 2’mîn konferansa Cenewre bibin. Li ser qedera Sûrî pir nerînên cûda derdikevin holê. Di rewşa heyî de rola Kurda pir girînge. Ji bo vê yekê konferansek bê Kurd ti carî hagihêje armanca xwe. Ji bo aşitiyek mayende rola Kurda pir girînge. Ji ber vê yekê em dibêjin di biryarên ku li ser herêmê bêgirtin pêwîste nerîna Kurda jî tê de hebe. Ger Kurd beşdarî konferansê nebin û hin biryar bê Kurdan bên girtin wê demê Kurd dikarin van biryara qebûl nekin. Ji bo pêşerojek baş û biaşitî em hêvîdarin ku beşdarî konferansê bibin.”