Şandeya bilind a Rojavayê Kurdistanê bi rayedarê Rûs re rûnişt
Şandeya bilind a Rojavayê Kurdistanê bi rayedarê Rûs re rûnişt
Şandeya bilind a Rojavayê Kurdistanê bi rayedarê Rûs re rûnişt
Şandeya Desteya Bilin a Rojavayê Kurdistanê ku ji hêla Wêzîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatiye vexwandin. Şandeya ku ji bênç kesan ve pêk tê îro li avahiya Wezareta Karê Derve bi cigirê Wezîrê Karê derve Mîxayîl Bogdanov û hin dîplomatên din re hevdîtin pêk anîn.
Şandeya ku ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve bi awayekî fermî hat vexwandin, îro li avahiya Wezarete Karê Derve bi rayedarên Wezaretê re rûnişt. Hevdîtina ku nêzî saetek û nîvê berdewam kir de Berdevkê desteya bilind ya Rojavayê Kurdistanê Ahmed Silêman û endamê desteyê Salih Muslim, Sînem Mûhamed, Îsmaîl Hemê û Siûd Mele başdar bûn.
Piştî hevdîtinê berdevkê şandê Ahmed Silêman ragihand ku ev hevdîtin ji bo wan pir biwateye û got: “Hevdîtinek baş bû me bi awayekî germ pêşwazî kirin. Mijara sereke yek jê ew bu ku wek dewlete Rûsyayê dixwazin me wek desteya bilin nasbikin, nerîna me nasbikin. Îro nerîna çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi riya diyalogê tê nîqaşkirin li ser vê mijarê nerîna me hat girtin û xwestin helwesta me fambikin. Li ser vê mijarê nîqaş hatin kirin. Em jî wek desteya bilind li ser vê mijarê ji destpêka serhildanên Sûrîyê ve nerîna çareseriya demokratîk diparêzin. Me ev yek bi wan re jî parvekir. Şoreşa çekdarî zerarê dide gel îro ev yek gihaştiye astek wiha ku êdî gel malê xwe terk dike. Em wek desteya bilind şerekî mezhebi û olî nakin. Ji bo avakirina Sûriyekî demokratîk çi ji me bê xwestin em ê pêkbînin. Heya ji destê me bê emê li hember şerê navxweyî bisekirin û em naxwazin şerekî navxweyî derkeve. Em bi hêzêndin yê demokratîk ve li ser mijara demokratîkirina Sûriyê dinav têkiliya dene. Li ser vî bingehî çi ji destê tê em dikin. Me ev hewildanên xwe bi wan re jî par vekir. Li ser rejîma heyî jî me nerîna xwe bi wan re bi awayekî zelal danî holê. Ji bo di Sûriyê de gelên heyî bi hev re jiyan bikin rejîma heyî derfetên baş avanekir. Ji ber vê gekê gel ji rejîmê nerehete.”
EM DIXWAZIN NERÎNA ME JÎ HEBE
Silêman di berdewama axaftina xwe de balkişand ser rola Rûsya ya li ser pirsgirêka Sûriyê û got: “Di pirsgirêka Sûriyê de rolek Rûsya ya girînk heye. Her wiha bandora Rûsya li ser dewletên heremê jî ne kême. Ji ber vê yekê em wateyek mezin didin vê hevdîtinên. Me bi awayekî fermî xwest ku em beşdarî konferansa Cenewre bibin. Ji ber ku di vê konferansê de dê li ser pirsgirêka Sûriyê nerînên giranbiha derkevin holê. Em jî dixwazin di nav van nerînan de nerîna me jî hebe. Em dixwazin bi Rûsyayê re li ser vê mijarê di nav tekîliyekê debin. Wan jî ev nerîna me baş dît mirov dikare bêje hevdîtin bi hiştî baş derbasbû.”
DÊ RÛSYA Û AMERÎKA JÎ RÛNÊN
Li ser heman hevdîtinê endamê desteya bilind û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim nerînên xwe bi me re par vekir û got: “Em wek şandeyek desteya bilind li ser vexwandina wêzîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatin Mokowayê. Îro me li navenda Wezareta Karê Derve bi rayedarê Wezaretê re nêzî 1.30’ê hevdîtinek pêk anî. Sedemê vê vexwandinê yê yekê naskirin bû. Li ser vî bingehî nîqaş hatin kirin. ev hevdîtin ne ji bo konferansa Cenewre bû lê wan xwest ku ev hevdîtin beriya kombûna Cenewre çêbibe. Li ser vî bingehî me jî, ji wan xwest ku Kurd bi navê desteya bilin beşdarî konferansê bibin. Bêgûman mijara ku em herî zêde li ser sekînin ev bû. Civîn dê di 4’ê Tîrmehê de çêbibe di heman demê de di 5’ê Tîrmehê de li Cenewre di navbera rayedarê Rûs û Emerîqa de hevdîtinek dê bê li darxistin.
RÛS DIXWAZIN KURD BEŞDARÎ KONFERANSÊ BIBIN
Muslim di dirêjiya axaftina xwe de da diyarkirin ku Rûsya jî dixwaze Kurd beşdarî konferansê bibe û got: “Dê Kurd ekîd beşdarî konferansê bibin lê em dixwazin Kurd ne wek kes li ser navê desdeya bilin beşdar bibin. Her wiha hinek kesên din jî hatibûn bi Rûsa re rûniştibûn. Di vê rûniştinê de qala Kurda nahatiye kirin. bêgûman Rûs dixwazin Kurd beşdarî konferansê bibin lê mijara ku ne hatiye zelal kirin ewe ku dê desteya bilind Kurda temsîl bike an na. Li ser vî bingehî hin rê li pêşiya me hene ka dê Kurd bi çi navî beşdar bibin hîn ne diyare.”
LI SER HELWESTÊ DEWLETÊ CÎNAR HAT NÎQAŞKIRIN
Di dawiya axaftina xwe de Muslim diyar kir ku hin kes hene naxwazin Kurd beşdarî konferansê bibin Muslim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha gelek alî hene ku naxwazin desteya bilind beşdarî konferansê bibe. Ew dixwazin Kurdê xwe beşdarî konferansê bikin. Dixwazin hemû alî beşdarî bibin lê dema Kurd dibin mijara nîqaşê bêdeng dimînin. Ya zelal ewe ku hin kes hene ku naxwazin Kurd bi navê desteya bilin wek aliyekî serbixwe beşadarî konferansê bibe. Li ser vî bingehî li ser helwestê dewletê cînar hat nîqaş kirin.”
DI PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ DE DÛ HÊZÊN SEREKE HENE
Endama desteya bilind Sînem Mûhamed jî li ser hevdîtina ku bi rayedarê Rûs ve li darxistine nerînê xwe bi me re parvekir û got: “Rûsya di pirsgirêka Sûriyê de ji serî haya niha wek aliyekî tevgeriya û her dem xwest ku pirsgirêk bi riya diyalogê bê çareserkirin. Bê gûman em jî vê nerînê diparêzên ku pêwîste pirsgirêka Sûriye bi riya diyalogê bê çareserkirin. Di serî de eger li ser vê mijarê hatiba sekinandin dê îro ewkas kesî jiyana xwe ji dest nedaba û dê rewşa Sûriyê ji naha baştirba. Hatina me ya vir ji bo me pir bi wateye ji ber ku cara yekem e ku dewleta Rûsyayê bi awayekî fermî desteya bilin vexwand. Bêgûman di pirsgirêka Sûriyê de dû hêzên sereke hene yek ji van Rûsyaye yek jî Emerîqa ye. Ji ber vê yekê ji hêla hêzekî wisa ve muxatab girtin ji bo desteya bilin di demê pêş de karîbe karê hîn baştir bike baş bû.”
JINA KURD DI HEVDÎTINÊ DE CIHÊ XWE GIRT
Sînem di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku rayedarên Rûs bi beşdarbûna jina Kurd jî bandor bûne û got: “Bê gûman me di hevdîtinê de li ser pirsgirêka Kurda tenê nîqaş nekir li ser rewşa tevahî Sûriyê nîqaşê me çêbû ji ber ku dixwazin di tavahî Sûriyê de rewşa aram hebe û pirsgirêk bê çareserkirin. Li ser vî bingehî tekîliyên me yê bi hêzên din re jî hat nîqaşkirin. Me nerîna we ji wan re eşkere got; em amadene ku bi hemû aliyan re rûnên ji bo me ti asteng nînin. Dîsa me xwest ku di destura bingehîn a Sûriya demokrtîk de mafê Kurda bên dayîn. Ev yek mafê Kurda yê herî xwezayi ye. Li ser vî bingehî em amadene ku bi her kesî re rûnin. Dîsa li me di hevdîtinek wisa girîng de hebûna jinek Kurd bi wateye. Bê gûman vê yekê bala wan jî kişand.”