Sancar: Em li hemberî polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP û MHP’ê derkevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP û MHP’ê welat ber bi hilweşandina ekonomîk biriye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya ji bo parvekirina belgeya helwesta partiya xwe ya bi navê "Banga Demokrasiyê" li Antalyayê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civiya. HDP bi van civîn û hevdîtinan qala rewşa pêvajoya heyî û xalên ku di danezana xwe de eşkere kiribû, dike. Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên navend û bajar û navçeyê jî beşdarî civînê bûn. 

Sancar di civînê de axivî û bal kişand ser danezana partiya xwe ku eşkere kiribûn. Sancar bal kişand ser budçeya sala 2022'an ku tê amadekirin û got “Em ne budçeya qesrê, budçeya gel dixwazin.

Sancar destnîşan kir ku îqtidarê birînên kûr li Tirkiyeyê vekiriye û ji ber ku wê fînansê ji terorê re temîn kiriye berpirsiyar tê girtin. Sancar anî ziman ku îqtidar dixwaze bi gotinên xweş Kurdan bixapîne lê êdî nikare viya pêk bîne. Sancar diyar kir ku êdî dawî li desthilatdariyê tê û gel û bawerî dikarin bi jiyanek azadî û wekhev bijîn. 

Sancar destnîşan kir ku divê her kes li ber polîtîkayên şer ên îqtidarê rabe û wiha got, “Tezkere dîsa pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Ev dê roja Sêşemê bêne gotûbêjkirin. Her kes dizane mebest li vir çi ye. Hikûmet bi polîtîkayên şer hewl dide hebûna xwe biparêze. Divê her kes bibîne ku dê ev tezker jî xizmetê ji vê armancê re bike. Li ser esasê têkoşîna li dijî şer û têkoşîna aştiyê erka me heye ku em hevdîtinê bi we re bikin. Divê em hêviyek ji bo welatek çêtir, hêviya pêşerojê bidin. Em bangên xwe nû dikin, ji tevger û lîstikên şer ên hikumetê re bêjin na. Werin em niha li dijî wê derkevin. Werin em li dijî leyîstokên ku ew dikarin li pêşiya me vekin, bisekinin. Ger em nekarin di vê mijarê de li hev bikin, ger em nekarin mijarên bingehîn parve bikin û vînek nîşan bidin, em nikarin di derbarê dayîna sozeke nû ji civakê re realîst bin. Em dikarin bi hev re aştiyê bînin û welatekî azad ava bikin."

Piştî daxuyaniya Sancar civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Sancar piştî civînê jî beşdarî mitînga li Meydana Kepezê bû.