Sancar: Em dikarin desthilatdariya demokratîk ava bikin

Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe û got, hêzên demokrasiyê û mûxalefet dikarin desthilatdariyeke demokratîk ava bikin.

Parlamenterê HDP'ê û Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar ku di mijarên desteserkirina şaredariyan, destûra bingehîn a demokratîk û tifaqên demokrasiyê de serdanan dike, di dema serdana xwe de ya li ÎHD'ê der barê mijarên di rojevê de ne axivî.

Sancar bal kişand ser kiryarên qeyûm û got, "Darbeya qeyûm polîtîkayeke ku vê sîstemê vedibêje. Darbeya qeyûm feraseta nenaskirina îradeya gel e. Em dibêjin; yên ku îradeya gel nas nakin nikarin hîn bêhtir welêt bi rê ve bibin. Êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Darbeya qeyûm di vê qonaxa nû de wezîfe û berpirsyariyên girîng dide ser milê me hemûyan."

Sancar destnîşan kir ku lawazkirina desthilatdariyê têrê nake û got, "Divê desthilatdarî bê guhertin. Em ê bi îradeya gel vê desthilatariyê biguherînin. Tifaqa demokratîk êdî neçar e ku bingeha desthilatdariyeke demokratîk biafirîne. Hemû hêzên demokrasiyê divê ji niha ve xwe ji bo rêveberiyeke nû ya demokratîk amade bikin. Lawazkirina desthilatdariyê têrê nake, divê bi îradeya gel bê guhertin. Şert û mercên heyî nîşan dide ku ev yek jî demeke dirêj dom nake. Desthilatdariyek ku guh nede gel nikare demeke dirêj bidome."

Sancar plana 'Têkbirinê' ya sala 2015'an bi komkujiyên li dijî gelê Kurd kete meriyetê bi bîr xist û got, niha jî dixwazin vê planê bi plana rizandinê bidomînin.

Sancar tayînkirina qeyûman weke beşek ji vê planê pênase kir.

Sancar anî ziman ku wezîfe li pêşiya hêzên demokrasiyê ye, ku bi îradeya gel desthilatdariya demokratîk a nû ava bike.