Samast têkildarî kuştina Dînk îfade da
Samast têkildarî kuştina Dînk îfade da
Samast têkildarî kuştina Dînk îfade da
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk tê birêve birin, ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya Ogun Samast hate girtin. Piştî îfadeyên Samast hatin girtin, carekedin şandin girtîgehê.
Di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarî kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk de tê birêve birin, kujerê kuştina Dînk Ogun Samast ji bo îfadeya wî bigirin anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Muammer Akkaş ku ji 10’mîn madeya TMK peywirdare û di çarçoveya lêpirsînê de lêpirsînê birêve dibe, qasî seetekê îfadeyê Samast girt û piştî wê careke din şandin girtîgehê. Hate diyarkirin ku, parêzerê wî amade nebû û îfadeyên Samast hatin girtin.