Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Ûppsalayê hate pîrozkirin

Salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Ûppsala yê Swêdê hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê ji bo salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê Pîroz bikin, li parka Statsparkenê li hev civiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, hunermend Evîn Akbaş, Girîn û Şengal Birûsk stranên xwe yên şoreşgerî gotin.

Piştre Senanîk Onen axivî û salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên Heftanînê pîroz kir.

Onen diyar kir ku li Heftanînê dîrok ji nû ve tê nivîsandin û destnîşan kir, erka her Kurdekî bi rûmet û welatparêz e ku xwedî li berxwedana Heftanînê derkeve.

Di çalakiyê de her wiha li peyama Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan a li ser 15'ê Tebaxê hate guhdarîkirin.

Şahî danê êvarê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Heftanînê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.