Salvegera damezrandina PKK'ê li Toscana hat pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li Toscana hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Pîsa yê Îtalyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin.

36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Îtalya Pîsayê bi beşdariya 300 Kurdistanî û dostên wan ên ji Firenze, Roma, Grosette, Cecina bi şahiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahî, di kesayetiya Arîn Mîrxan a di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên Şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Nûnerê KCD-E di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku gelê Kurd bi nirxên xwe re dilsoz e û got, "Vî gelî ti carî dest ji Rêbertiya xwe û PKK'ê berneda. Ji ber niha û pê ve jî wê xwedî lê derkeve."

Piştre nûnerê Tavola Della Pace Pietro Petrici axivî û bi pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê re destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve jî xebatên xwe yên hevpar bidomînin.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê jî ku beşdar li ser dikê silav kirin, ji bo kampanya alîkariyê ya ji bo gelê Kobanê destek xwestin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyon jî hat nîşandan. Beşdarên ku bi baldarê li axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li ser pêvajoya damezrandina PKK'ê guhdarî kirin, bi dirûşman berxwedana Kobanê û PKK silav kirin.

Pîrozbahî bi stranên Narîn Xan û Koma Çar Newa bi dawî bû.