Salvegera damezrandina PKK'ê li Ewropayê tê pîrozkirin

Cejna vejînê li bajarên Dusseldorf û Munchenê yên Elmanyayê û li bajarên Rennes û Motpellîer ên Fransayê hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, salvegera 40. a damezrandina PKK'ê bi heybetî pîroz kirin.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban), kadroyên damezrîner ên PKK'ê û Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr li salona pîrozbahiyê hatin daliqandin. Nêzî 1500 kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Koma Arya ya govendê hunera xwe pêşkêş kir.

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Aktaş got, "Jin, mêr, ciwan, extiyar divê em ji bo azadiya wî hewl bidin."

Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li ser salvegera 40. a damezrandina PKK'ê bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan.

Di çalakiyê de biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate şermezarkirin.

Piştî ku hunermend Sena Dersîmî û Xelîl Xemgîn derketin ser dikê, sînevîzyona li ser têkoşîna 40 salî ya PKK'ê hate nîşandan.

Piştre Hozan Şemdîn derkete ser dikê û girseya gel govend gerand.

MUNCHEN

Salvegera 40. a damezrandina PKK'ê li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi şevekê hate pîrozkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munchenê û Komuna Jinê ya SARA pîrozbahî organîze kirin û nêzî 800 kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokên meclîsa gel û nûnerên saziyan peyama xwe dan.

Hunermend Rotînda, Hîvron, Çetîn Oraner, Zozan Zûdem, Gûerîlla Sîstem û Koma Avaşîn dekretin ser dikê.

Pîrozbahî piştî nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna 40 salî ya PKK'ê bi gerandina govendê qediya.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê, salvegera damezrandina PKK'ê li salona Espace Bel-Aîrê hate pîrozkirin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û Kurdistaniyan pîroz kir.

Kartal got, "Sala 41. a PKK'ê wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" û işaret bi tecrîdkirina Ocalan kir. Kartal diyar kir, Yekîtiya Ewropa bi nedîtina vê yekê re bûye beşek ji kiryara tecrîdê.

Kartal bal kişand ser biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê û got, "Çawa ku sekna Rêber Apo û xwedîderketina Kurdistaniyan komploya navneteweyî pûç kir, berxwedana Kurdistaniyan a li her qadê wê vê yekê jî pûç bike."

Serokê rûmetê yê Komeleya Dostaniyan Kurdan a Bretagneyê Andre Metayer jî li şevê axivî û peyama piştgiriyê da.

Hozan Farqîn, Hozan Aydin û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

MONTPELLÎER

Cejna vejînê li bajarê Montpellîer ê Fransayê hate pîrozkirin.

Endama Meclîsa Jinê ya Montpellîerê Seher Kavşût piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û işaret bi nirxên PKK'ê kir. Kavşût got, "PKK kevneşopiyek e ku ji jinên berxwedêr, ji gelên bindest rengê xwe yê berxwedanê girtiye."

Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "PKK wê bi pêşengiya Rêber Apo teqez bi ser bikeve."

Mûlt Yalûmdîa bi navê Alternatîve Lîbertare axivî, Şoreşa Rojava silav kir û got, faşîzma li Rojhilata Navîn wê bi berxwedana PKK'ê û enternasyonal bişikê.

Piştî ku peyama MLKP Fransa hate xwendin, hunermend derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.