Salvegera damezrandina PKK'ê li Avîgnonê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Avîgnonê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li Avîgnonê hat pîrozkirin
Li bajarê Fransa Avîgnonê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Avîgnon ê Fransayê dijîn, 36. salvegera damezrandina PKK'ê bi coş pîroz kirin. Li salona pîrozbahiyê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cagoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.
Nûnerê KCD-E yê di pîrozbahiyê de axivî got, "Gelê Kurd ti carî dest ji Rêbertiya xwe û PKK'ê berneda, ji niha û pê ve jî wê her tim xwedî lê derkeve."
Pîrozbahî bi stranên Ûlaş Kelaşîn û Bêrîvan bi dawî bû.