Li girtîgeha Tîpa T a Wanê, êşkence û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye. Ji beriya niha Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi êşkenceya 'girêdana berazan û gefên kuştinê’ kete rojevê. Parêzer Umut Dede serdanên xwe yên girtîgehê û êşkenceya bi şeklê ‘girêdana berazan’ ji ANF’ê re nirxand.
“ÊŞKENCE REWA KIRIN’
Dede diyar kir ku li girtîgeha Tîpa T a Wanê, êşkence û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de ye û wiha axivî: “Piştî hewldana derbeya leşkerî û îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) binpêkirinên mafên mirovan derket asta herî bilind. Li gorî em li ser tevna civakî jî dişopînin li tevahiya Tirkiyê zextên li ser girtiyan derketiye asta herî bilind. Bi taybet em vê yekê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dibînin. Di hewldana derbeyê de, kesên tên gotin, Endamên Cemaeta Gulenin li ber çavê tevahiya cîhanê di weşanên zîndî de êşkenceyek ne mirovane hate kirin. Ev êşkenceya di weşanên zîndî de hatiye kirin, piranî ji aliyê gel ve jî hate pejirandin. Li ser tevna civakî weke êşkence rêbazek raste rewakirin. Bi vê yekê xwestin li Tirkiyê êşkenceyê rewa bikin. Ev yek di hişmendiya mirovan de afirandin û piştre ev pêkanîn li tevahiya Kurdistanê xistin dewrê. Sereke ev êşkence û pêkanîn li Girtîgeha Tîpa T a Wanê pêk tên. Me bi taybet ev êşkence li Girtîgehên Wanê dît. Li gorî me hevdîtin bi miwekîlê xwe re pêk anîn bi awayek zelal anîn ziman.”
‘GIRTIYAN TEHRÎK DIKIN’
Dede da zanîn ku di nava rojên dawî de li gorî hevdîtinên wan yên bi miwekîlên wan re, rastî êşkenceyek giran tên û wiha pê de çû: “Li Girtîgehên Wanê êşkence û zextên li ser girtiyan di asta herî bilinde ye. Ji beriya sê rojan me seriyek da Girtîgeha Tîpa T a Wanê û di hevdîtina me ya bi miwekîlên me re bi awayekî tazî girtî seh kirin. Girtiyên li dijî êşkence û gotinên ku rûmeta mirovan dişikînin jî derdikevin rastî êşkenceyeke giran tên. Midûrê duyemîn yê girtîgehê komeke gardiyanan a ji 10-15 kesî pêk tê bi ser qawîşan de digrin û girtiyan tehrîk dikin. Heger ev pêkanîn li girtîgehan bidome, dibe ku li Girtîgehên Wanê mirin çêbin.”
‘SALÊN 90’Î TÊ HIŞÊ MIROVAN’
Dede di dewama axaftina xwe de got: “Em parêzer, kesên mafên mirovan diparêzîn û heqîqetê diparêzin em ji vê rewşê gelek bi fikar in. Ji beriya niha li gorî me bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbû. Li girtiyan êşkenceya girêdana beraz li girtiyan dikirin. Êşkenceya bi şeklê girêdana berazan ji aliyê raya giştî vê tê zanîn û şeklek yê êşkenceyê ya ku bi ti awayî ji mejiyê mirovan nayê reşkirin e. Ev êşkence di salên 90’î de ji aliyê rêxistina Hizbûllah ve dihat kirin. Hizbûllah ev êşkence ji bo kuştinê pêk dianî. Di salên 90’î de dîsan ji aliyê çapemeniyê ve ji bo raya giştî hate ragihandin. Herî dawî ev şeklê êşkenceyê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li girtiyên siyasî hate kirin. Li Kurdistanê bi ragihandina Rewşa Awarte û vir de zextên li girtîgehan derket asta herî bilind. Bi van binpêkirinên mafên mirovan re salên 90 û pêkanînên 12 Îlonê tên hişê mirovan. Di 12 îlonê de hezaran mirov rastî êşkenceya hovane hatin û di roja me ya îro de jî bi hezaran girtiyên siyasî rastî îşkecneya hovane tên.
BANGA HESTIYARIYÊ
Dede bang li raya giştî kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji bo pêkanîn li Girtîgeha Tîpa T a Wanê divê gel bertekên xwe bînin ziman. Xwedî derketina van kesan peywîra me hemûyane û ev tiştekî ûcdanî ye. Heger em pêşî li van binpêkirinan negrin dê her ku biçe ev şêwaza êşkenceyê li Tirkiyeyê belav bibe. Divê li her aliyê welat qadên berxwedanê werin avakirin.”
