‘Sala 2014'an bû sala binpêkirina mafan’

‘Sala 2014'an bû sala binpêkirina mafan’

 ÎHD û THİV'ê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a sala 2014'an de raporên amade kirin bi raya giştî re parvekirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku di 11 mehan de 21 kes hatin kuştin û 502 kes hatin birîndarkirin. Di raporan de hat diyarkirin ku bi hezaran hatin binçavkirin û 68 jê zarok 881 hatin girtin. Di raporan de hat destnîşan kirin ku mafê girtiyên nexweş jî ji her sal bêtir hat binpêkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV), bi minasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê rapora 2014'an a binpêkirina mafan aşkere kir. Parazvanên mafên mirovan di raporê de diyar kirin uk di 11 mehên sala 2014'an de "binpêkirina mafê jiyanê", "îşkence", "pirsgirêka kurd", "mafê rêxistinbûyinê", "mafê meş û xwepêşandanê" û "girtîgeh" derketin pêş. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, daxuyanî xwend û anî ziman ku sala 2014'an bû sala binpêkirina mafên mirovan. Turkdogan, anî ziman ku di serî de di ocaxên madenê de û di şerê li Rojhilat û Sûriyê de ji ber şer gelek kes hatin kuştin. Turkdogan, da zanîn ku dîsa di berxwedana Kobanê de girseyên piştgirî dan gelê Kobanê rastî tundiya hişk ya polîs û leşkeran hatin. Turkdogan, daneyên ÎHD'ê û TÎHV'ê yên ji 1'ê çile heta 8'ê kanûnê amade kirine bi raya giştî re parvekir.

Li gorî rapora ÎHD û THÎV'ê binpêkirina mafan wiha ye:

Mafê jiyanê:

*2 ji Tirkiyê, yek Ukraynayî yek Rojavayi bi tevahî 5 kes di bin çavan de hatin kuştin.

*Di mudaxaleyên polîs û leşkeran ên bi hinceat li hişyariya raweste guhdar nekirine de 39 kes hatin kuştin. 61 kes jî birîndar bûn.

*Di mudaxaleya polîs û leşkeran de 21 kesên tev li çalakiyan bûn hatin qetilkirin.

* Cerdevanên gundan 5 kes kuştin. 29 kes jî birîndar kirin.

* Di encama kuştinên kujer nediyar de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Li girtîgehan ji ber sedemên cuda herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

* Li leşkeriya bi zorê 35 leşker bi şik kuştî hatin dîtin.

* Di encama tundiya zilam de 294 jin hatin qetilkirin. 458 jin hatin birîndarkirin,142 jin rastî tacîz û tecawizê hatine.

*Di encama êrîşên lincê de 11 kes hatin kuştin.

* Di qezayên kar de 1723 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

* Li herêmên sînor de 4 jê zarok 27 kes hatin kuştin. 8 jê zarok 85 kes hatin birîndarkirin.

Îşkence û muameleya xerab:

Li gorî rapora TİHV'ê di 11 mehên 2014'an de 726 kesan bi sedema rastî îşkence û binpêkirina mafan hatin serî li TÎHV'ê dan. Hat tespîtkirin ku 257 kes rastîe îşkence û muameleya xerab hatine. Li gorî daneyên ÎHD'ê jî 64 jê zarok 1018 kesan bi sedema ku rastî tundî û îşkenceya polisan hatine serî li wan dane.

Pirsgirêka Kurd

* Di sala 2014'an de li gel pêvajoya çareserî û aştiyê 16 kes hatin kuştin. 19 kes birîndar bûn.

* Di encama teqîna mayinên erdê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. 11 kes birindar bûn.

* Di mehên dawî de girtin û binçavkirinên zêde fikaran zêde dike. Di bin navê doza KCK'ê de hêj siyasetmedarên girtî nehatine berdan. Girtiyên demdirêj vedigerin îşkenceyê. Rewşa Awarte (OHAL) hêj didome. Hewldana welatiyan a vegera gundan tê astengkirin. Ligel 2 salin şer rawestiya ye avakirina qereqol û kalekolan didome. Bendav tên çêkirin. di 11 mehên 2014'an de ji doza KCK'ê 643 kes serbest hatin berdan, lê di heman pêvajoyê de 2380 kes hatin binçavkirin û 377 kes hatin girtin. 1887 kesên hatin binçavkirin û 286 kesên hatin girtin di meha îlon, cotmeh û mijdarê de pêk hat.

Azadiya ramanê

*Li gorî rapora TİHV'ê di 11 mehan de 181 kes ji ber mafê fikrê rastî 239 sal û 4 meh û 29 roj cezayê girtîgehê hatin. 54 kes hatin berdan.

Meş û xwepêşandan

Di çalakî û xwepêşandanan de 21 kesan jiyana xwe jidest dan û 502 kes birîndar bûn. 4201 kes hatin binçavkirin. 881 kes hatin girtin. Li gorî daneyên ÎHD'ê 410 jê zarok 8405 kes hatin binçavkirin û 68 jê zarok 803 kes hatin girtin-

Girtîgeh

Di 11 mehên 2014'an de li Girtîgehan 154.197 girtiyên rastî ceza hatine hene. Berî hikûmeta AKP'ê bibe îxtîdar li girtîgehan 59 hezar û 429 kes bûn. Li girtîgehan 1984 jê zarok in. Di sala 2013'an de 1878 zarok girtî bûn. 38 girtiyan bi sedem û hincetên cuda jiyana xwe ji dest dan.

Turkdogan xwest wekî daxwazên ÎHD û TÎHV'ê berî her tiştî bê şert û merc pêşnûmeya Ocalan bê qebûl kirin, astengiyên li pêş parastina rewa bê rakirin û darizandinek adîl bê kirin. Turkdogan, xwest zagona têkoşîna bi terorê re bê rakirin û darizandina îşkence, kuştinên kujer nediyar bi lezgîn dest pê bike û bi encam bibe. Dîsa berpirsiyarê kuştina kesên Parka Gezî bên darizandin û cezakirin der barê îşkenceya binçavan de komîsyona serbixwe bê avakirin. Dîsa xwest Peymana Roma bê îmzekirin û Peymana Windayan a NY'ê îmze bike û bibe alî. Turkdogan xwest bi lezgîn 250 gorên komî yên hatine tespîtkirin bên vekirin û li gorî protokola Minnesota otopsî bê kirin. Li gorî pîvanên Kizilhaçê gor bên kolandin. Turkdogan xwest kuştina 19 jê zarok 34 kesên li Roboskiyê hatin qetilkirin bê ronîkirin û hesap ji kurjeran bê pirsîn. Bila tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe mafên zarokan û astengdaran bê parastin, Tirkiye li gorî şertên Peymana Kyoto li dijî germahiya kurevî berpirsiyariya xwe pêk bîne. Bila dest ji avakirina HES û Santralên Nukleer berde. Dîsa divê mafê karkeran ê ewlehiyê bê parastin.