Sakik û Ûygûner li Mûş û Kocaeliyê hatin girtin

Endamê PM’ê Bûlet Ûygûner ê li Koceliyê 26’ê Mijdarê di operasyona li dijî rêveber û endamên HDP’ê de hatibû destgîrkirin û endamê Meclîsa Giştî ya bajar ê berê DBP’ê Umît Sakik ê hate destgîrkirin hatin girtin.

Endamê Meclîsa Partiyê (PM) Bulent Ûygûner ê yek ji 23 kesên di operasyona li dijî endam û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibûn destgîrkirin piştî karûbarên li emniyetê û şûnde sewqî edliyeyê kirin. Ûyûgner ê îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve hate girtin bi sûcê rêveberiyê partiye û hemû karê kirî weke xebatên siyasî yên partî hatin destnîşankirin û bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ sewqî dadgehê kirin. Ûgyûner ê derxistin pêşberî 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Koceliyê bi heman sûcî hate girtin.

Li aliyê din îfadeya Hevseroka HDP’ê ya Kocaelî Leyla Aygun, Suleyeman Îrfan Demîr yê HDP’î, endamên PM’ê yên HDP’ê Mehmet Alçinkyaya û Engîn Guleren, rêveberê HDP’ê yê bajar Parêzer Zakîre Dundar, hevşaredarê HDP’ê yê Gezbeyê  Ebûbekir Çoban û endamên HDP’ê Kubettîn Guneşsû, Osman Kûrûm, Meryem Ûslû, Kûdret Davûtoglû, Emîne Karaslan, Mehmet KAraslan, Parêzer Yuksel Genç, Damla BAgci, Mekiye Aydin, Melek YErkan, Tekîn Gur, Şenol TAşdemîr, Bîret Aydemîr, Gokhan Demîrtaş û Necla Erdogan ên hatibûn destgîrkirin hê jî yên li emntiyetê tên ragirtin îfadeya wan destpênekiriye.

Endama HDP’ê Haseret Erdem a di çarçoveya heman lêpirsînê de avêtibûn ser mala wê, ji ber ku ne li mal be, derbarê wê biryara girtinê hate derxisitn.

MÛŞ

Endamê Meclîsa Giştî ya bajarê yê berê yê DBP’ê Umît ŞAkik ê duh li Mûşê di saetên sibê de avêtin ser mala wî û destgîrkirin, piştî karûbarên li emniyetê û şûnde bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ sewqî edliyeyê kirin. Sakik bi heman îdîayê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Li aliye din endamê meclîa HDP’ê ya Şaredariya Mûşê Farûk Demîr ê di serdegirtina malê de ne li mal bû, li balafirgeha Mûşê hate girtin.