HDP'ê li Manîsa û Aydinê mîtîng li dar xist û bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Mîtînga li Manîsayê doh êvarê li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Yûnûs Emreyê pêk hat. Bi deh hezaran kes li qada mîtîngê li hev civiyan. Piştî nasandina namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê, namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik ji gel re axivî.
Sakik di destpêk axaftina xwe de silavên Demîrtaş li gelê Manîsayê kir û got, "Hûn gelekî bi rûmet in. We jiyana xwe dan, zarokên xwe dan, gundên xwe, bajarên xwe ji dest dan. Lê we tiştek kirin; we timî aştî xistin wijdanê xwe, xwişk û biratî xistin wijdanê xwe. We aştî parastin."
Li ber dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" a gel, Sakik wiha dewam kir: "Êdî şik û guman nîne. Di genetîka me de berxwedan heye. 30 sal in em bi berxwedanê dimeşin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
Sakik bal kişand ser blokên neteweperestan ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li dijî Kurdan hatine avakirin û bang li Kurdan kir: "Binerin, hemû neteweperest li dijî Kurdan dibin yek. Xewn û xeyalê wan ew e ku HDP li meclîsê cih negire. Dixwazin HDP tine bibe. Em îro ji Manîsayê ji we re dibêjin: Werin em di 24'ê hezîranê de bloka van tevî benda hilbijartinê hilweşînin." Piştî axaftina Sakik girseya gel govend gerand.
AYDIN
Rêxistina HDP'ê ya bajarê Aydinê di çarçoveya karê hilbijartinê de serdana Romanan kir. Rêxistina HDP'ê tevî namzetên parlamenteriyê li taxa Orta ya Efelerê esnaf ziyaret kir û li Ilicabaşê jî serdana malbatan kir.