Şahiya Huseyin Çelebî îro pêk tê

Şahiya Huseyin Çelebî îro pêk tê

Şahiya Helbest û Serpêhatiyan a Huseyin Çelebî ku ji aliyê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji sala 1993’an ve her sal tê li darxistin îro dê 21’emîn şahiya wê saet 17.00’an de li Koln bê li darxistin.

Encamên  21’emîn şahiya Huseyin Çelebî ya Helbest û Serpêhatiyan bi şahiyek xelatan ya ku îro tê li darxistin ji raya giştîre bê diyar kirin. 21’emîn Şahiya Huseyin Çelebî ku weke gava yekem pejirandina berheman di 15’ê Hezirana 2013’an de bi daxuyaniyekî ku ji raya giştîre hatiye kirin destpê kiriye û di 15’ê Îlonê de di pêvajoya sê mehan de di serî de li Kurdistan, Tirkiy û Ewropayê helbest û serpêhatiyên ku ji gelek welatên din jî hatine komkirin bi dawî bûye.

Îsal bi giştî 460 berhm û bi 360 berhemênn şexsî serlêdan kirin. Bi giştî berhem ji Kurdistanê û ji girtîgehên Tirkiyê hatin. Her wiha li gorî salên derbasbûyî tevlîbûna ji Ewropa pir pêşketiye. Di der barê şahiyê de Endama Komiteya Şahiya Helbest û Serpêhatiyan a Huseyin Çelebî Şenay Demir diyar kir ku sê namzetên xelatê ji Ewropa û yên din jî ji girtîgehan bûn. Demir diyar kir ku mijarên ku di rojeva gelê kurd de û ji bo tekoşîna azadiya wan bûne bingeh di naveroka bermayên îsal hatine weşandine de gelek cih girtin û wiha berdewam kir: “Bi teybetî sê jinên Kurd yên şoreşger ku li Parîsê hatine qetilkirin, berxwedana gelê kurd ya li Rojava, di serî de komkujiyên weke Helebece û Roboskî  û bermayên ku di naveroka wan de tekoşîna azadiya Kurdistanê dihilgirin di sergotarên serî de cih girtin.

Şahî wê di navbera saet 13.30-15.30’an de bi semîneran dest pê bike. Semînera yekem li ser projeyekî hunerê ya danasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike  û asta ku hatine ku ev proje bi navê “Art for Ocalan”, “Ji Bo Ocalan Azadî û ji Kurdistanê re Aşitî” ji aliyê komîta amadekar ve tê meşandin. Di çerçeveya vê projeyê de wêneyên ku hatine amade kirin 21’emîn Şahiya Huseyin Çelebî bi sergiryekê wê ji beşdarvanan re bê vekirin. Semînera din ya ku ew jî di plana yekem de cih digire wê li ser giringiya çand û hunera Kurdistanê di tekoşîna azadiya Kurdistanê de be. Wê ev herdu semîner li komeleya Kurd ya li Kolnê pêk werin.

Bername: şahî di saetên şevê de wê îsal çandên cûda jî cih bigirin. Pinar Yildiz, hunermend Seyidxan û Rotina li gel çandên gelê Tamil û Laz di bernama şevê de wê cih bigirin. Di merasîma şahiyê de wê ji bo xwediyên berbayên ku derece tînin wê xelatê werbigirin û bermayên ku derecan werdigirin wê di bernama şevê de cih bigirin.

“Şahiya Huseyin Çelebî ya Helbest û Serpêhatiyan “ Îsal ji bo sê jinên Kurd yên şoreşger ku li Parîsê hatine qetilkirin wê were pêşkêş kirin. Şenay Demir ku di komisyona amadekariya şahiya îsal de cih digire bangewaziya li raya navnetewî bi teybetî li ciwanan kir vexwandine şahiya ku bi bîrxistina armanca di serî de Heval Huseyin Çelebî, Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetil kirin, şoreşgerên Kurdistan û Cîhanê ew hemû kesê îşev vedixînin şahiyê.

21’emîn şahiya Huseyin çelebî ya helbest û Serpêhatiyan wê li navnîşana Stadthalle Koln-Muhlheim Jan-Wellem-Str.251065 Koln bê pêkanîn.