Şahidên nepen dîsa agahiyên nakok dan

Şahidên nepen dîsa agahiyên nakok dan

Rûniştina doza 8 jê girtî 13 xwendekarên Kurd li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê destpê kir. Di rûniştina dozê de şahidê nepen ê ku hat guhdarkirin li gorî îfadeya berê agahiyên nakok da.

Rûniştina doza 8 jê girtî 13 xwendekarên Kurd li 23'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêkhat. Rûniştina ku Ugur Tekdal jî heye û derbarê 3 kesan de cezayê muebbetê tê xwestin ya 13 xwendekarên Kurd ku ji bûyerên li Zanîngeha Stenbolê pêk hat tên darizandin berdewam kir. Rûniştina ku di 3'ê Tîrmehê de destpê kir û şahidê nepen îfade da, nakokiyên şahidê nepen û delîlan jî aşkere kir.

Di dozê de şahidên bi kodê Nevruz Ateş û Çelîk Hanci yên di elehê xwendekaran de îfade dan, li gorî ifadeyê berê îfadeyên cuda dan. Îfade dayîna nakok di qada hiqûqê de jî bi sedema neqebûlkirina delîlên şahidê nepen. Destpêkê şahida nepen Nevruz Ateş hat guhdarkirin. Li ser pirsa bûyerê çiqas dom kir, şahidê nepen gotin 15-20 deqîqeyan û ev nakokiya wan derket holê. Dîsa li ser pirsa kesên te teşhîs kirine kîne? bersiva ez naxwazin navê wan bêjim û piştî demek şûnde nav gotin. Dîsa şahida nepen Nevruz Ateş diyar kir ku, komê di şer de silogana "Ev der Kurdistan e em dê we tevan bikujin" qîr kirine. Parêzeran diyar kirin ku, di îfadeyê şahida nepen de gelek nakok heye û ev yek divê bê ronîkirin.

Çelik Hanci jî dîsa îfadeyên nokak da.

Di rûniştina dozê de xwendekarê bi navê Ugur Tekdal û Serhat Kavak hatibûn berdan û doz taloqî 21 Mijdarê hatibû kirin.