Şahidên bûyerê: Polîsan saetekê îşkence li Rojhat kirin

Şahidên bûyerê: Polîsan saetekê îşkence li Rojhat kirin

Rojhat Ozdel ê duh ji aliyê polîsan ve li navçeya Colemêrg Geverê hat qetilkirin, derket holê ku piştî gule lê ket bi qasî saetekê li cihê bûyerê hatiye sekinandin û polîsan îşkence lê kirine. Şahidên bûyerên yên ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê re axivîn dan xuyakirin ku Ozdel hatiye înfazkirin. Bûyera qewimî nîşan dide ku gotinên Serokwezîrê Tirk Davûtoglû yên li ser "Pêşnûme Qanûna Ewlekariya Hundirîn" bi lêv kir, bi çi rengî li Geverê di meriyetê de ne.

Li navçeya Colemêrg Geverê, di 6-7'ê Kanûna 2013'an de M. Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçû ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin û di salvegera înfazkirina her 3 kesan de polîsan êrîş li bîranîna dixwastin pêk bê kirin û bûyer derkertin. Tîmên taybet li taxa Esentepe xebatkarê Meclîsa Ciwanên DBP'ê Rojhat Ozdel (18) înfaz kirin û detayên bûyerê hêdî hêdî zelal dibin. Piştî bûyerên li ser rêya Îpekê gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin û li gorî îfadeyên şahidan, bêyî hişyariyê bikin polîsan êrîşî çalakiyê kirine. Şahidên bûyerê ji ber xeteriya li ser ewlekariya jiyana xwe, navê xwe negotin.

FERMANA DAVÛTOGLÛ BICIH ANÎN!

Şahidên bûyerê diyar kirin ku di destê Rojhat de molotof dîtin lê weke Waliyê Colemêrgê gotî di destê wî de tu çek tunebûn. Şahidên bûyerê anîn ziman ku piştî tîmên taybet bi wesayîta zirxî hatin ber dikanê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin û piştre bi çeka M-16 Rojhat ê ku direviya gulebaran kirin. Înfaza Rojhat axaftina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya der barê "Pêşnûmeya Qanûna Ewlekariya Hundirîn" a "Molotof avêtin heye, serê xwe digirin û nasnameya xwe vedişêrin û dixwazin pevçûneke sivîl derbixin. Hevalên me teqez tolerasnê nîşanî vê yêkê nadin" anîn hişên mirovan. Bi vê yêkê hêj zagon di meclîsê re derbasbûyî yekemîn înfaz pêk anîn.

ÎŞKENCE KIRIN!

Îdîaya din a der barê înfaza li nuqteya di navbera du malan de pêk hatî piştî tîmên taybet Rojhat bîrîndar kirin li cihê bûyerê îşkence kirin bû. Şahidên bûyerê dan zanîn ku wan nerazîbûn nîşanî gulebarana polîsan dane lê polîsan berê çekê dane wan û ji bo bikevin hundir gef li wan xwarine. Şahidê bûyerê got: "Dema zarok birîndar kirin polîsan ket ser. Dûjîn lê dan û pirsên 'Yê li cem te kî bû? Birayê te bû? Zû bêje p..'kirin. Seatekê li erdê hiştin. Ji bacê me dengê wan dibihîst. Dema jiyana xwe ji dest da me bihîst. Piştre midûrê polîsan hat. Komîserekî wan pirsa gulebarana hişyariyê kirin an na pirsî. Polîsê lêda jî got wan hişyarî kirin û piştî gule avêtin wan wî lê da. Lê em şahidin tu hişyarî nekirin. Pevçûn jî derneket."

Li aliyê din detayên li dijî daxuyaniya Waliyê Colemêrgê ya "Li dijî lojmanên edliyeyê gulebaran pêk hat û di pevçûnekê de kesek bi çek û molotofê hate girtin" derketin holê. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku cihê bûyerê gelek ji lojmanên edliyeyê dûr in û di destê kesekî de tebanceyek henek û hinek kevir hebûn. Ew kes kî ye nehate zelalkirin û li cihê bûyerê qalikên vala yên wê tebanceyê bûn û bi seatan li cihê bûyerê lokolîn kirin û polîsan ew qalik weke delîl negirtin. Bûyera înfazkirina Rojhat weke bûyera di meha Mijdarê de li bajarê Cleveland a DYA'yê ya welatiyê cerm reş Tamîr Rice yê 12 salî qetilkirî wek hev e. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh di civînekê de têkildarî bûyera DYA tevlî hev kir de axivî û bûyerên Ferguson ên DYA'yê û bûyerên Berxwedana Gezî weke hev nîşandan û got, "Gelo polîsê me çek kişand û mirov kuştin?"

Hate hînbûn ku cenazeyê Rojhat Ozdel duh revandin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletî û karên otopsiyê yên cenaze bi dawî bûn û cenaze ber bi Geverê ve derxistin rê. Hate ragihandin ku cenaze wê derdora saet di 16.00'an de li navçeyê be û dê li Goristana Bajêrge bê definkirin. Rojhat Ozdel xebatên Meclîsa Ciwanan a DBP'ê dimeşandin û di sala 2012'an ji ber tevlî meşekê bibû hate girtin û şandin Girtîgeha Colemêrgê û piştî hefteyek şunda li ser îtîrazê serbest hatibû berdan. Derket holê ku bavê Ozdel Mustafa Ozdel 14 sal cezayê girtîgehê girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye.