Şahidê înfaza li Giyadînê Kahraman hat binçavkirin
Hat ragihandin, ku li Agiriyê tîmên taybet piştî 3 kes qetil kirin, kincên gerîla li wan kirin. Şahidê bûyerê Fevzî Kahraman û 3 xizmên wî hatin binçavkirin.

Der barê înfaza li navçeya Giyadîn a Agiriyê de agahiyên nû bi dest dikevin. Hat ragihadin ku ku tîmên taybet piştî ku du zorakên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr ( 15) ku di depoya êzingan a firina ku lê dixebitin înfaz kirin, kincên gerîllayan li wan kirine û sûretên wan kişandine.
Yê ku şahidiya vê kiriye jî welatiyê bi navê Fevzî Kahraman e ku mala wî li ser depoya êzingan e û şahidiya înfazê kiriye.
Hate zanîn ku Kahraman dema polîsên ku zarok înfaz kirine, kincên gerîllayan li wan kirine şahidiya wê demê kiriye û ji polîsan re bi gotinên "Ev zarok in. Li firinê dixebitin" nerazîbûn nîşan daye.
Li ser vê yeke polîs hewl dan ku Kahraman binçav bikin. Xizmên wî yên bi navê Aytekîn Kahraman, Mehmet Kahraman û Harûn Kahraman ku hewl dan binçav kirinê asteng bikin, li gel Fevzî Kahraman hatin binçav kirin û rastî lêdanê hatin.