Sadr rexneyeke tund li parlamenterên Iraqî anî!

Lîderê Şiî yê Iraqî Serokê Lîsteya Sarîûnê Mukteda El Sadr, bi zimanekî tund rexne li parlamenterên Parlamentoya Iraqê anî û got, ''Heke hûn bi pey berjewendiya xwe ya bikevin em ê nema destekê bidin''.

Lîderê Lîsteya Sarîûnê ku di hilbijartina 12'ê Gulanê de bûbû yekemîn, bi zimanekî tund rexne li parlamenterên Iraqî anî.

Sadr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji parlamenterên Iraqî re got, ''Heke hûn bi pey berjewendiya xwe ya bikevin em ê nema destekê bidin''.

Sadr got divê endamên endam li gorî berjewendiyên gel gava xwe bavêjin û wiha got:

''Ey endamên parlamentoyê, bes e êdî ku hûn tenê deng didin berjewendiyên xwe. Bes e êdî ku hûn dengdanê tenê ji bo tiştên xwe dikin. Hûn ne ji bo vê hatine hilbijartin. Heke hûn dawî li vê helwesta xwe neyînin, em ê desteka xwe ji ser we bidin alî. Ey endamên parlamentoyê, ji bo rûmeta hejaran dengdanê bikin.''