DEM Partî serdana malbata Kîbar ê ku hat qetilkirin, kir

Endamên DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê ku li Artvînê dema axa xwe diparast hat qetilkirin, kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, endamên Kordînasyona Jinan û Rêxistina DEM Partiyê ya Artvînê serdana malbata parazvanê xwezayê Reşît Kîbar ê dema li herêma Cankûrtaran a Artvînê hewl dida birîna daran a şîrketa EFOR madenê asteng bike hat qetilkirin, kirin. 
 
Malbata Kîbar şandeya DEM Partiyê pêşwazî kir. Malbata Reşît Kîbar diyar kir ku ji bo hêzên li pişt cînayetan derkevin holê dê têbikoşin. 
 
Halîde Turkoglû jî ev tişt gotin: “Polîtîkayên talan û rantê yên desthilatê li her derê ne. Qetilkirina Reşît jî ji van serbixwe nîne. Ji bo ku Reşît xwezaya xwe parast bû hedef. Em weke DEM Partiyê, weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê em ê bi malbatê re di nava piştevaniyê de bin. Em ê heta dawiyê şopdarê vê bûyerê bibin. Ji bo ku sûcdar derkevin holê û cezayê heq dikin li wan bê birîn em ê têbikoşin.”