Rapora Colemêrgê: Îradeya Kurdan tine tê hesibandin

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê der barê bûyerên piştî ku desteserkirina peywira Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û girtina wî, raporek eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman derbeyek li îradeya gel û demokrasiyê ye.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku tayînkirina qeyûman biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Çapraz anî ziman ku wezareta karên hundir “karîneya bêgunehiyê” ya Akiş binpê kiriye nirxand û got, "Derbe li vîna gel kirin.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku di ser tayînkirina qeyûman re 52 roj derbas bûne û diyar kir ku dewletê îradeya Kurdan tine hesiband û şaredarî desteser kir. Eren Keskîn wiha axivî: “Weke Kurdên ji bo mafên mirovan têdikoşin, em hemû weke rehîn dijîn, li gel vê yekê em têkoşîna xwe didomînin."

Çapraz piştî axaftina Eren Keskîn rapor eşkere kir û diyar kir ku ji sala 2016'an û vir ve tayînkirina qeyûman dewam dike û AKP'ê di her hilbijartinê de winda kiriye. Çapraz diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li bajêr çalakî û civîn hatin qedexekirin û polîsan bi gaz û ava zextê mudaxaleyî çalakiyan kirin. Çapraz, anî ziman ku parlamenter û rojnameger jî ji vê mudaxeleyê bandor bûne û her wiha diyar kir ku di êrîşa polîsan de tiliya Wekîlê Colemêrgê Vezîr Parlak şikestiye.

Çapraz bi lêv kir ku qeyûm, amûra darbeya siyasî ya li dijî îradeya demokratîk a gel e û wiha bi dawî kir: “Tayînkirina qeyûm a bi zîhniyeta darbekar ne tenê li dijî vîna gelê Colemêrgê, her wiha hewldana xespkirina vîna tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê tavilê ji vê sepana li dijî demokrasiyê vegerin. Divê bi lezgînî pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin.”