Serdanên şaredariyan ji du aliyan ve didomin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê di roja 3’yemîn a cejnê de serdana şaredariyên Şirnex û Mûşê kirin. Hevserokan bal kişandin ser wêraniya ku ji aliyê qeyûman ve hatiye kirin û diyar kirin ku ew ê tevî derfetên kêm jî xizmetê ji gel re bikin.

HEVSEROKÊN DEM PARTIYÛ SEREDANA ŞAREDARIYAN DIKIN

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di roja 3'yemîn a Cejna Qurbanê de serdana şaredariyan kirin. Tulay Hatîmogûllari şaredariyên Şirnexê û Bakirhan jî yên Mûşê ziyaret kirin.

Tulay Hatîmogûllari û kesên pê re ewil Şaredariya Kerboran a Mêrdînê ziyaret kirin, piştre çûn navçeya Hezex a Şirnexê, ji wir jî çûn Şaredariya Deşta Darê ya navçeya Hezexê û cejna gel pîroz kirin. Di dema pêşwazîkirinê de timî dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin. 

‘FINDA ASAYÎBÛNÊ YA AKP’Ê VEMIRÎ’

Şande ji vê derê derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Kurê Orhan Tûnç ê di dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin kulîlk dan Hatîmogûllariyê. Hatîmogûllari di avahiyê şaredariyê de bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin. Hatîmogûllari li vê derê bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Em di rojên cejnê jî li hemû şaredariyên xwe têkoşîna xwe bi awayê herî bi hêz didomînin.”

Hatîmogûllari hinekî ser gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a ‘asayîbûnê’ sekinî û ev tişt gotin: “Desthilata AKP’ê piştî hilbijartinê qala asayîbûnê kir. Asayîbûna ku dibêjin dê bi tu caran pêk neyê. Derewa AKP ya asayîbûnê li Colemêrgê eşkere bû. Em jî dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomîn.”

Hatîmogûllari qala texrîbatên qeyûman kir û got: “Neguhezbarên şaredariyan dane wezaretan. Tekerên hinek wesayîtan jê kirine. Li hinek cihan jî av berdane depoyên erebeyan. Li gel van jî em ê xizmeta gelê xwe bidomînin.”
Hatîmogûllari herî dawî serdana şaredariyên Silopiya, û Bajarokê Gundikê Melê yên girêdayî Şirnexê kir û bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin. 

BAKIRHAN: EM Ê XIZMETA MÛŞÊ BIKIN

Tuncer Bakirhan û kesên pê re çûn serdana şaredariyên navenda Mûş, Milazgir, Gimgim, Kopê û şaredariya bajarokê Ovakişla ya Bedlîsê . Parlamenterên bajêr û gelek endamên partiyê bi Bakirhan re hatin. 

Bakirhan di serdana Şaredariya Mûşê de axivî û wiha got: “Mûş di dilê me de her tim xwedî cihekî taybet bû. Ji ber ku tu caran xizmetê nedît. Gelê me tim ma li benda xizmetê.”
 
 Bakirhan bal kişand ser riyên di nava tozê de mane, çop, pirsgirêka hewînê û bêkariyê û ev tişt gotin: “Heya îro ji bo jinan tu xizmetên berbiçav nehatine pêşxistin. Çavkaniyên Şaredariya Mûşê ji malbatekî, ji alîgirê partiyê re hatine pêşkeşkirin. Lewma dê Mûş xizmeta ku heq kiriye bibîne. Ez ji vê derê carekî din hevşaredarên me pîroz dikim. Em ê bi feraseta ku xizmetê dide tevahiya Mûşê tevbigerin.”