Nobeta li dijî desteserkirina vînê di cejnê de jî berdewam kir

Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vînê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye destpêkirin bi konserê  berdewam kir. Meral Daniş Beştaş got, "Ev gel 100 sal in li hemberî van polîtîkayan serî natewîne û li ber xwe dide."

LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ DI NOBETÊ DE NE

Çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya di 3’yê Hezîranê pêk hatibû, bênavber didome. Çalakî di roja yekem a Cejna Qurbanê de bi konsera hunermend Azad Bedran dewam kir.

Di çalakiya îro de hevşaredarên DEM Partiyê yên Amedê, parlementerên partiyê û gelek kes amade bûn. Çalakvanan cejna hev pîroz kirin.

‘LI HEMBERÎ HILBIJARTINAN RÊZDAR BIN’

Hevseroka DEM Parti ya Amedê Pinar Sakik Tekin ku di konserê de axivî û bi lêv kir ku di cejnê de jî berxwedana wan a li dijî qeyuman berdewam dike û wiha got: “Bêtehamuliya desthilata AKP û MHP'ê ya li dijî destkêftiyên kurdan berdewam dike. Çawa ku me bi hev re ew destkêftî bi destxistin, dîsa em ê bi hev re van destkêftiyên xwe biparêzin. Em li vir in. Têkoşîna me berdewam dike wê berdewam bike.”

Piştrê jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo me pêvajoyeke dijwar e. Gelê me xwedî li îradeya xwe dertê. Em dixwazin rêz ji hilbijartinan bê girtin. Gelê me bi vê bawerî û vîna xwe li vir e. Em partiyeke ku bi rêveberiya herêmî bawer dike ne. Ji ber vê yekê gelê me li 79 şeredariyan namzetên Partiya DEM’ê hilbijartin û weke îradeya xwe nîşan dan. Divê vê îredeyê re rêz bê girtin. Di van 8 salên qeyyum de taxrîbateke mezin derket hole. Em jî ji bo vê taxrîbatê ji holê rakin şev û roj dixebin.”

‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’ 

Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku nobeda wan a li dijî tayinkirina qeyyum îro dê bi konserekê berdewam dike û ev tişt gotin: “Di dema pîrozkirina cejnê de jî li hemû şaredariyan li dijî tayinkirina qeyyuman berxwedanek heye. Bersiva herî tund li hemberî kesên ku dixwazin desteserkirina îradeya gel bi qeyûman bidomînin, berteka gel e. Behsa biratiyê dikin. Ferqa dengê gelê Amedê û dengê gelê Yozgatê çi ye? Biratî pêşî bi wekheviyê pêk tê. We dest danî ser Şaredariya Amedê. Hevşaredar Selçûk Mîzrakli hê jî di girtîgehê de ye. Em baş dizanin ku we sûcê herî mezin bi destdanîna ser vîna gel pêk aniyê.  Bi vê minasebetê em silavên xwe ji Selçûk Mîzrakli, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî re dişînin. Dixwazin bi rêya girtîgehan tewandina serî li kurdan ferz bikin. Yekane daxwaza kurdan ew e ku di nav Neteweya Demokratîk de bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li kurdan bi tayinkirina qeyyuman didomîne. Lê wan fêm nekir ku ev gel sed sal e serî li ber van polîtîkayan netewandiye. Em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî netewînin. Li dijî tayinkirina qeyuman hêza herî mezin wê berxwedan û xwedîderketina gel be.”

KONSER HAT DAYÎN

Piştî axaftinê Azad Bedran derket ser dikê. Hunermend Azad Bedaran ev tişt anî ziman: “Em çiqasî serkeftî bin û mezin bin wê ewqasî ew ê xemgîn bibin. Ji bo vê bijî berxwedan, bijî kenên me.”

Beşdarên çalakiya nobetê li ber stranên Azad Bedran govend gerandin.