BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê dengdana taybet a ji bo hilbijartinê destpê kir

Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê destpê kir.

Dengdan li 4 herêmên Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û 7 parêzgehên Iraqê destpê kiriye. Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlekariyê dengê xwe didin. Mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan îro heye ku dengê xwe bidin.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine vekirin. Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet hene.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Navendên dengdanê saet 07:00’an hatine vekirin û wê heya saet 18:00’an vekirî bimînin.

Hêjayî gotinê ye dengdana giştî wê di 20’ê mehê de pêk were.