Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 70’yan de ye

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve li ber Wezareta Edaletê tê girtin di roja 70’yan de berdewam dike.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê  ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14'ê Hezîrana 2018'an de hatin qetilkirin, 2 kurên wê birîndar bûn û kurekî wê hat girtin, dewam dike.

Nobeta Edaletê ya ku Dayika Şenyaşar bi kurê xwe yê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rihayê Ferît Şenyaşar re derbasî Enqereyê bû, di roja xwe ya 70’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar di berdewamiya çalakiya xwe de li ber wezaretê di dema fitarê de rojiya xwe ya meha Remezanê vekir. Dayika Şenyaşar a ku demekê çalakiya rûniştinê dewam kir û dawî li çalakiya xwe ya îro anî.