Çalakiyên Nobeta Edaletê dewam dikin

Çalakiyên Nobeta Edaletê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran dewam dikin.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re li Amedê hatiye destpêkirin di roja 124’an de ye. Di nobeta edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê hatiye destpêkirin de xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.
Ji çalakvanan Sulhiye Sarûhan got ku îro cara dawî li ser telefonê bi kurê xwe Mahsum Saruhan ê ji adara 2016’an ve girtî re axivî ye û wiha got: “Çalakî derbasî qonaxeke nû kirin. Kurê min îro geriya û got ku dê êdî negerin û dernekevin hevdîtinê. Got; ‘Divê hûn berxwedanê hêj mezintir bikin. Êdî li derve tenê dengê me hûn in.’ Ez jî bang li tevahiya malbatên girtiyan û gelê me dikim ku her kes tişta ji dest tê bikin. Em naxwazin agahiyên nebeş ji girtîgehan bibihîsin. Em ê di cejnê de neçin serdana zarokên xwe. Divê her kes bike ku dengê wan bê bihîstin. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tavilê rakin û bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.” 


ÊLIH 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 65’emîn de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP’ê, DEM Partiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobeta ku bi pêşengtiya TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin. 
Sûltan Azboy têkildarî çalakiya li girtîgehan axivî û qonaxa nû ya çalakiyê bi bîr xist. Azboy, bang li hemû dayikên Kurdistanê kir ku xwedî li girtiyan derkevin û wiha got: “Di greva birçîbûnê ya berê de cenazeyên 9 zarokên me ji zindanan derketin. Hêj heman tişt neqewimî divê em pêşî lê bigirin.” 
Ji xizmên girtiyan Safûra Akin jî da zanîn ku zextên giran li ser girtiyan hene û ev tişt anî ziman: “Tundiya fîzîkî û psîkolojîk zêde bû. Pêhnan li deriyên odeyan didin. Dixwazin girtî ser pêyan bisekinin. Pergala leşkeriyê li wan ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Nahêlin derkevin hewşê û rojê bibînin.” 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
Nobet bi stranan bi dawî bû.
 
MÊRDÎN 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê jî di roja 90’an de domiya. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de qonaxa nû ya çalakiya li girtîgehan hate nirxandin. 
Ji xizmên girtiyan Fettah Tekîn got ku ev 3 meh in di çalakiyê de ne û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Abdullah Ocalan di nobetê de ne. Ev 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin. Piştî qonaxa dawî ya çalakiya li girtîgehan heke tiştek bi serê zarokên me were jî em ê nekarin agahiyê jê bigirin. Lewma divê ev dewlet û hikûmet tavilê ji xeletiya xwe vegere. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azad bibe. Em dixwazin Serokê me azad bibe. Heta ku ew azad nebe ne gelê me ne jî zarokên me û gelên Rojhilata Navîn dikarin azad bibin.”