Peywirdarên ku pankart rakirin Emîne Şenyaşar avêtin erdê

Peywirdarên li ber deriyê Wezareta Edaletê pankarta "Em 5 sal in bi tenê edaletê dixwazin" ku li hesinên wezaretê hatibû daliqandin rakirin û Emîne Şenyaşar jî avêtin erdê.

NOBETA EDALETÊ

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe yê ku ji êrîşê sax filitî û parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît şenyaşar ku Nobeda Edaletê birin Enqereyê di roja 69’emîn de ye. Malbata Şenyaşar pankarta "Em 5 sal in bi tenê edaletê dixwazin" li hesinên derve yên wezaretê daliqandin. Hêzên ewlehiyê yên hewl dan pankartê rakin, bû sedem ku mîne Şenyaşar ji kursiya xwe ya bi teker bikeve.

'RABIN, WERIN VÊ ZILMÊ BIQEDÎNIN’

Di dema bûyerê de Ferît Şenyaşar bang li Wezîrê Edaletê kir û got, “Derkeve pêşberî min, heke nikare derkeve jî îstifa bike. Wezîrê Edaletê kujeran diparêze û kujeran li pişt xwe vedişêre.” Dema ku polîs hatin cem wî û jê re gotin ku ev sûc e, Şenyaşar wiha got: “Ma van tiştên ku tên jiyîn ne sûc in? Ez mûxatab dixwazim. Dive Wezîrê Edaletê bersiva pirsên min bide, bila xwe li wezaretê veneşêre."

‘ÊDÎ WERIN VÊ ZILMÊ BIQEDÎNIN’

Di wê kêliyê de Emîne Şenyaşar ku li erdê qîriya, tiştên ku jiyabû vegot û bang li kesên ji derdorê derbas bûn kir: "Rabin, rabin êdî werin, dawî li vê zilmê bînin."

PANKARTÊ JI NÛ VE DALIQAND

Piştre Ferît Şenyaşar pankart hilda û careke din daliqand û wiha axivî: “Weke her carê me aliyekî pankartê bi hesin û aliyê din jî li kursiya bi teker daliqand. Dûre wezîfedaran pankarta daleqandî bi kêrê ji pişt hesinan qetandin. Di wê demê de aliyê din bi kursiya bi teker a dayikê ve girêdayî bû, lewra dema pankart kişandin, bû sedem ku dayik bikeve erdê."

'KÎ DIKARE VÊ KOMKUJIYÊ QEBÛL BIKE?'

Piştî ku Ferît Şenyaşar pankart daliqand, wezîfedarên ewlehiyê û wezaretê  pankarta ku destê Emîne Şenyaşar de bû girtin, li ser vê yekê Ferît Şenyaşar xwe ji ser hesinên Wezareta Edaletê avêt û ket hundir. Şenyaşar piştî pankarta dwergirt, bertek nîşan da û got, "Kî dikare vê komkujiyê qebûl bike? Heke bêjin 'yek ji malbata me were qetilkirin em ê qebûl bikin' em ê dest ji vê çalakiyê berdin."