Rêxistinên hiqûqî 'Platforma ji Parastinê re Azadî’ ava kirin

7 rêxistinên hiqûqî yên li avahiya şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê  li hev civiyan û damezirandina Platforma ji Parastinê re Azadî ragihandin.

Li hêwana ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em azadiyê ji parastinê re dixwazin" hat daliqandin. Ji Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, parlementerên partiyê Ferît Şenyaşar, Sumeyye Boz û Omer Farûk Hulakû jî tevi daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê endama OHD'ê Parêzer Şevîn kayayê ve hat xwendin. 
 
Kaya bilêv kir ku ew jî nesîbê xwe ji êrîşan digirin û got ku ew di heyameke wiha de ne ku mekanîzmaya darazê bi her awayî bi desthilata siyasî ve hatiye girêdan. Kaya anî ziman ku destkeftiyên neteweyî û navneteweyî yên parêzeran, parêzbendiya parastinê ya parêzeran û mafên wan ên rêxistinbûyînê bi talûkeyê re rû bi rû ne. 
 
Kaya destnîşan kir ku ew ji ber vê li hev kom bûne û "Platforma ji Parastinê re Azadî" ava kirine û got ku ew ê bi hev re xurttir bin û bêtir karibin li ber xwe bidin. 

Piştre Ozturk Turkdogan axivî û bal kişand ser girîngiya parastinê û diyar kir ku ew bi têgeha "ji Parastinê re Azadî" hewl didin pîşeya hiqûq û rûmeta wê biparêzin.

Turkdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo parastina mafên parêzeran gelek tişt hene û got, "Ji bo bihêzkirina parastinê çi ji destê me bê em ê bikin."

Parlementer Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku di demeke ku herî zêde pêwîstî bi maf û azadiyê heye de avakirina platformeke wiha hêviyê dide wan.

Şenyaşar got, "Em dixwazin demildest li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet bi ser bikeve û ji bo vê jî heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin."