Konferansa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a bi sernavê "Li dijî Polîtîkayên Tecrîdê Têkoşîna ji bo Aştî û Azadiyê" li Otela Elît World a Taksîmê ya Stenbolê bi dawî bû.
Di rûniştina sêyemîn û dawî ya konferansê de mijara "Aştî, Çareseriya Demokratîk û Diyalektîka Azadiyê" bi moderatoriya Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn hat nîqaşkirin.
Di rûniştinê de rojnamevan Fatîh Polat got, "Îsrara di polîtîkaya tecrîdê û şer û îmhakirina aborî-civakî de", Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar got, "Di pirsgirêka Kurd de derfetên çareseriyê", Sekreterê Dadgehê yê Îtalyayê Gîannî Tognonî got, "Di çareseriya pirsgirêkên dîrokî-siyasî de rol û bandora têkoşîna hiqûq û edaletê" û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel jî bi mijara "Pirsgirêka demokrasiyê" pêşkêşî kir.
UÇAR: PIRSGIRÊKA HERÎ BINGEHÎN TECRÎD E
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku tecrîd yek ji pirsgirêkên herî bingehîn e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku tecrîd wê tenê weke pirsgirêkeke hiqûqî neyê dîtin û got, divê bê diyarkirin ku Kurd li Tirkiyeyê nûnertiya çi dikin û ev tê çi wateyê. Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku kongre hem li Kurdistanê hem jî bi beşdariya xurt a Kurdan pêk hat, girîngî da kongreyê û got, “Sed sal di ser re derbas bûn. Em li Erziromê beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Li Erziromê ku kongreya wê demê ya ku Kurdan piştgirî dayê, cenazeyên Kurdan di sindoqan de radestî malbatên wan kirin. Ev têra xwe nîşan dide ku Kurd di pêvajoya dîrokî gihaştine ku. Em bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û îmhayê yên mekanîzmayeke ku avakerê wê em in re rûbirû ne.
QANÛNA BINGEHÎN A 1921’Ê JI BO KURDAN GIRÎNG E
Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn a sala 1921'an ji bo Kurdan qanûneke bi qîmet bû û destnîşan kir ku ev qanûna bingehîn ku wê demê otonomî daye Kurdan û îro behskirina wê dibe sedema cezayên sûcê ye.
Çîgdem Kiliçgûn Uçar anî ziman ku bi Qanûna Bingehîn a sala 1924'an qanûneke bingehîn li ser înkarê hatiye tetbîqkirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bilî Tirk û Suniyan yên din tên înkarkirin. Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, “Em dikarin bibêjin ku sîstemeke qeyûman ya sed salî ye û ev jî netew dewlet e. Gelo bi rastî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser dibe? Tevgera Azadiya Kurd diyar dike ku rastiya Kurd bi xwe li vê erdnîgariyê tê jiyîn û ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e.
XWEDIYÊ PROJEYA AŞITIYÊ ABDULLAH OCALAN E
Çigdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser girîngiya pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an û got, “Bi nameya Birêz Ocalan re me dît ku îradeya aştiyê ji sînorê Kurdistanê derket. Pêvajoyeke ku ne tenê Kurd, hemû gel û bawerî di nava saziyên demokratîk de cih girtine. Birêz Ocalan diyar dike ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina qeyranan girîng e. Yekane xwediyê vê projeyê Birêz Ocalan e.
TECRÎD BANDOR LI HEMÛ GELAN DIKE
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya ku gelê Kurd ji berê ve daye meşandin û got, “Em dikarin tecrîda îro li Îmraliyê tê kirin weke bêhiqûqiyek tenê li dijî gelê Kurd nîşan bidin? Na, helbet rewşek e ku bandorê li hemû gelên Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê jî heke pêvajoya aştiyê pêk were, divê di navbera dewlet û civakê de be, ne di navbera dewlet û rêxistinê de.
GEL DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKE
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser girîngiya Meşa Mezin a Azadiyê ku li Kurdistanê di navbera 1-15’ê Sibatê de li du xetan hate lidarxistin û got, “Me meşek li dar xist û parlementer, DBP û saziyên Kurdistanê tevlî bûn. Bi rastî gelek wêneyên ku bi vê meşê re derdikevin holê hene. Divê weke şansek bê dîtin ku tevî tecrîdê rola Birêz Ocalan di pirsgirêka Kurd de bi nirx e û gelê Kurdistanê tevî hemû qirkirin û polîtîkayên tundiyê yên ku hatine jiyîn di aştiyê de israr dike."
GIANNI TAGNONI: SÛCÊN LI SER MIROVAHIYÊ TÊ ÎNKARKIRIN
Piştre parêzerê Îtalî Gîannî Tagnonî bi sernavê "Di çareserkirina pirsgirêkên dîrokî-siyasî de rol û bandora têkoşîna hiqûq û edaletê" pêşkêşiyek kir. Tagnonî got, “Tirkiye polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê ya li dijî Qirkirina Ermeniyan dimeşîne, wê bêbandor bihêle. Fransa di doza qirkirinê de destûr da polîtîkayên Tirkiyeyê yên bêcezakirinê. Komkujiya li Parîsê ya li dijî Kurdan jî rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Sûcên li dijî mirovahiyê tên înkarkirin.”