Li girtîgehên Espiye û Bafrayê gef li girtiyan tên xwarin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Espiye û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê gefa tecrîdê li girtiyan tên kirin û rastî astengiyên cuda tên.

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê rapora xwe ya binpêkirina mafan a li girtîgehên Tîpa L a Espiye û Tîpa T a Bafra eşkere kirin.
Rapora ku li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê hat ragihandin ji aliyê Serokê Şaxa OHD'ê Lokman Emen ve hat xwendin.

Emen diyar kir ku rapor di encama hevdîtinên ku li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye û Tîpa T a Bafrayê pêk anîne hatiye amadekirin, bi taybetî di 2 salên dawî de li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê lêgerîna devkî pir tund tê kirin. Girtiyên ku lêgerînê qebûl nakin bi tu şert û mercî nikarin biçin nexweşxaneyê. Emen, anî ziman ku ji ber helwesta tund a Lijneya Çavdêrî û Rêvebirinê berdana girtiyan tê taloqkirin û destnîşan kir ku girtiyên 30 salî jî nehatine berdan. Emen, diyar kir ku rêvebirê girtîgehê di 12'ê Sibatê de bi 50 gardiyanan ve avêtine ser qawîşan û got, rêvebirê girtîgehê bi van gotinan gef li girtiyan kiriye: "Ya hûn ê dest ji grevê berdin yan jî ez ê we hemûyan di odeyên cuda de bihêlim û we tecrîdê bikim." 

BINPÊKIRIN HATIN RÊZKIRIN

Emen binpêkirinên din ên li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye wiha rêz kir:                                                    

  • Hat ragihandin ku ava vexwarinê ya paqij ji aliyê rêveberiyê ve nayê dayîn û girtî ji kantînê dikirin.
  • Ji kesên di greva birçîbûnê de ava fêkiyan nayê dayîn û hat ragihandin ku girtî bi derfetên xwe vê yekê dikin.
  • Hat ragihandin ku bihayê kantîn û fatûreyên ceyranê gelekî zêde ye û rewşa aborî ya girtiyan zehmet dike. Hat ragihandin ku nameyên girtiyan bi taybetî jî peyvên kurdî hatine sansurkirin.
  • Hat ragihandin ku bi hinceta di lîsteya Wezaretê de cih negirtine, weşanên bi derengî ketine, Rojnameya Yenî Yaşam û Rojnameya Evrenselê nehatine dayîn, belavokên Kurdî nehatine dayîn.
  • Hat ragihandin ku daxwazên sewqê yên girtiyên ku ji welatê xwe û malbatên xwe dûr in nayên qebûlkirin.

Emen got, “Hat dîtin ku tecrîd û tundiya derûnî ya li ser girtiyan zêde bûye. Ji bo girtî ji mafê xwe yê ragihandinê sûd werbigirin ku bi peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn hatiye garantîkirin, li gorî qanûnê divê qedexeyên li ser pirtûk û qedexekirina rojname û kovaran bên rawestandin, binpêkirinên mafên girtiyan bên rawestandin. Divê binpêkirinên li ser azadiya vegotin û ragihandinê bê rawestandin."