Êşkenceyê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin

Girtiyên ku li Antalya û Erziromê di greva birçîbûnê de ne, ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekirin rastî êşkenceyê hatin.

Girtiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketine greva birçîbûnê, bi êşkence binpêkirina mafan re rê bi rê ne. Hat destnîşankirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Manavgata Antalyayê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tên ragirtin, rastî êşkenceyê hatine.
Li gorî agahiyên ji Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatine girtin; dema girtiyên edlî dibin nexweşxaneyê kelepçeya normal li wan dikin lê belê dema girtiyên ketine greva birçîbûnê dibin nexweşxaneyê ji pişt ve bi kelepçeya plastîk tên kelepçekirin. 

HEWL DIDIN BI DARÊ ZORÊ XWARINÊ BIDIN GIRTIYAN
Hat destnîşankirin ku girtiyên muayeneya bikelepçe red dikin rastî îşkenceyê tên. Girtiyên ji mafê tenduristiyê bêpar hatine hiştin, rastî nêzîkatiyên derveyî rûmeta mirovahiyê hatin. 
Rêveberên komeleyê diyar kirin ku girtiyên di Girîgeha Tîpa S a Manavgatê de ketine greva birçîbûnê hêj jî rastî ferzkirina xwarina xwarinê tên.