Rytz: Tirkiye li ser rêya dîktatoriyê ye, divê pêşî lê bê girtin

Seroka Giştî ya Partiya Keskan a Swîsreyê Regûla Rytz bang li rêveberên welatên Yekîtiya Ewropayê kir û got, "Tirkiye li ser rêya dîktatoriyê ye, divê pêşî lê were girtin."

Rytz diyar kir, êrîşên li dijî HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û anî ziman, hikûmeta AKP'ê û Erdogan darbe li hêzên mûxalîf kiriye.

Parlamentera Konseya Neteweyî ya Swîsreyê Seroka Giştî ya Partiya Keskan Regûla Rytz, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê û rewşa heyî ya Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'DIVÊ DERHAL SERBEST WERIN BERDAN'

Rytz ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji nêz ve nas dike, da xuyakirin ku êrîşên lid ijî HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye û lazim e hevserok û parlamenter derhal werin berdan. Rytz got, "Ji ber polîtîkayên dema dawî yên hikûmeta AKP li dijî hêzên mûxalîf dimeşîne, ez gelekî bi fikar im." Rytz destnîşan kir, ku divê êrîşên li dijî azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê derhal werin qedandin.

'HIKÛMETA AKP'Ê Û ERDOGAN DARBEYÊ LI MÛXALÎFAN DIKIN'

Rytz hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê bibîr xist û got, "Erdogan û hikûmetê, darbeya nîvcomayî li dijî mûxalîfan û gelên li welêt dimeşîne. Hikûmet bi awayekî vekirî, nirxên bingehîn ên demokrasiyê tine dihesibîne û darbeyê dike. Êrîşeke ku nayê qebûlkirin li azadiya raman û çapemeniyê dike. Ev rewşa nehiqûqî, ji aliyê siberoja Tiriyeyê ve rê li ber fikarên mezin vedike. Demokrasî tê wateya qebûlkirina cihêrengiyan. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê demokrasî nîne, ti ji van nayê kirin."

Regûla Rytz da xuyakirin, ku di nava her şert û mercî de divê Tirkiye hurmetê nîşanî pîvanên bingehîn ên demokasiyê bide û lazim e hikûmeta Tirk cihêrengya li Tirkiyeyê qebûl bike.

'DIVÊ WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'

Rytz got, "Pêwîste rêveberên welatên Ewropayê êdî li pêşberî Tirkiyeyê bêdeng nemînin" û wiha dewam kir: "Ewropa, li gorî pîvanên divê têkiliyên xwe yê bi welatên mîna Tirkiyeyê ku demokrasî lê nîne, bibire û wan bi rengekî zelal hişyar bike. Asta ku Tirkiye niha lê ye, ne ya qebûlkirinê ye. Di heman demê de, ji ber polîtîkayên li dijî Sûriyeyê jî divê welatên Ewropa helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê nîşan bidin."

'TIRKIYE LI SER RÊYA DÎKTATORIYÊ YE, PÊWÎSTE PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN'

Rytz destnîşan kir, ku Tirkiye welatekî li ser rêya dîktatoriyê ye û got, "Lazim e welat, rêveber û saziyên Ewropayê êdî li dijî Tirkiyeyê bi rengekî cidî bikevin nava tevgerê. Tirkiye li ser rêya dîktatoriyê ye, lazim e pêşî lê were girtin. Bi taybetî ji ber pêkanînên li dijî HDP'ê, divê helwesteke tund bê nîşandan."

...