Di du rûperên Facebookê yên Omer Guney ê ku ji ber lêpirsîna qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê hate girtin, têkiliyên balkêş hene. Her çendî derdora Guney hemû nijadperest tund ên Tirk hebin, lê derbarê xwe de zêdet tiştek negotiye.
Navê rûpelên Omer Guney "Okyay Güney" û "Omerr Günayy" ne û wêneyên xwe parve kiriye. Her çendî dozgerê Fransî got ‘bê kar e’, lê weke mamê wî di kanalek a TV de gotibû Omer Guney di balafirgehê de dixebite. Lê nayê zanîn ka di dema komkujiyê de dixebitî an na.
Di rûpela "Omerr Günayy" dinivîse ku di balafirgeha Charles-de-Gaulles de dixebie û di rûpela din de jî dinivîse ku ew li herêma Bayern a Almanyayê dijî.
Di rûpela wî de li ser komkujiya Parîsê şîroveyên weke “Kesên ku nan û ava vî welatî dixwin û xayintiyê dikin, rojek dê bê dê bisekitin û biçin… rojek bê hûn dê gulleyan bixwin.. bicehimin û biçin.” Hene.
Her wiha, wêneyên ku ji aliyê bersuc Guney ve 26’ê îlona 2010 hatine weşandin, ji aliyê nivîskarek ê rojnameya Sabahê ve hatiye ecibandin.
Lê di rûpela wî de tu tiştek ku sempatîzaniya wî ya bi tevgera azadiya Kurdistanê re nîşan bide tune û tenê şîroveyên li dijî têkoşîna azadiyê hene.
Mamê wî Zekaî Guney, tevlî bernameyek a CNN Turk bû û diyar kir ku wî tu têkilî bi biraziyê xwe re nedaye. Li gorî çapemeniay Tirk jî bersuc di navbera tebax û îlonê de sê caran hatiye Tirkiyeyê û vegeriyaye.