Rûxandina Sûr û Heskîfê di rojeva Neteweyên Yekbûyî de ye

Polîtîkaya rûxandina Sûr û Heskîfê ya dewleta Tirkiyeyê kete rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Polîtîkaya qirkirinê ya li Sûr û Heskîfê ya ku dewleta Tirk dixwaze bîra dîrokî û çandî ya gelê Kurd hilweşîne û demografiya Kurdistanê biguherîne kete rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.

Endamê Platforma Hevgirtina Sûrê û Pêngava Zindîhiştina Heskîfê Ercan Ayboga ji bo balkişandina polîtîka û êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr û Heskîfê bi nûnerên Neteweyen Yekbûyî (NY) re civiya. Ayboga bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'yê ya li Cenevreya Swîsreyê û bi nûnerên NY ên Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re hin civîn li dar xist.

Ayboga têkildarî hevdîtinan agahî da ANF’ê.

DU RAPORÊN CIHÊ HATIN PÊŞKÊŞKIRIN

Ayboga diyar kir ku wan têkildarî rûxandina li Sûrê û Bendava Ilısûyê ya Heskîfê du raporên cihê pêşkêşî pisporên NY kirine.

Ayboga ragihand, ku têkildarî rûxandina Sûrê bi awayê kitekit ji pisporên NY re ragihandine û a niha ji sedî 30-40’ê Sûrê hatiye rûxandin. Ayboga got ku, "Heke pêşiya rûxandinê neyê girtin wê taxên din ên Sûrê jî werin rûxandin. Min ji xeynî rûxandina Sûrê ji nûnerên NY re qala bajarên din ên ku dewleta Tirk ew rûxandine jî kir."

Ayboga di dûmahîka axaftina xwe de got, "Têkildarî rûxandina li Heskîfê û xisara ku wê Bendava Ilisûyê bide herêmê jî min nûnerên NY agahdar kir."

'LI SER GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ SEKINÎN'

Ayboga diyar kir ku nûnerên NY têkildarî rûxandina li Sûr û Heskîfê pirsên girîng jê kirine û got, "Sermesele wan pirsî 'Gelo li gorî fikra we bi van rûxandinan re demografî jî tê guherandin' û pirsên wisa girîng kirin. Me jî diyar kir ku ev rûxandin parçeyekî şerê dewleta Tirk ê li ser gelê Kurd e, dewleta bi awayekî sîstematîk li Kurdistanê polîtîkaya rûxandinê dimeşîne û vê polîtîkaya xwe bi ranta ekonomîk dike yek."

'NY DIVÊ BÛYERÊN LI KURDISTANÊ BIŞOPÎNE'

Ayboga herî dawîn jî diyar kir ku, wan xwestiye NY bûyerên li Kurdistanê bişopîne û nûneran jî diyar kirine ku ew ê bûyeran ji nêz ve bişopînin.

Di heman demê de Ayboga diyar kir ku ew bi nûnerên NY ên Elmanya û Yekîtiya Ewropayê re jî civiyane û ev hevdîtinên hanê jî baş derbas bûne û pirsên wan wekî yên pisporên NY bû û ew jî li ser guherandina demografiya li van herêman sekinîne.