Rûsyayê komkujiya li hember Kurdan a li Sûriyê û Iraqê şermezar kir
Rûsyayê komkujiya li hember Kurdan a li Sûriyê û Iraqê şermezar kir
Rûsyayê komkujiya li hember Kurdan a li Sûriyê û Iraqê şermezar kir
Parlamentoya Rûsyayê bi piraniya dengan a wekîlên gel projeya biryara No 649897-6 a bi navê “Binpêkirinên çors û komî ya mafên netewe û kêmaran ji ber aloziyên li Sûriye û Iraqê” pejirand. Ji 450 wekîlên gel 442 di dengdayînê de piştgirî dan projeyê. Bi vî rengî Rûsya bû dewleta yekemîn ku piştî komkujiyên li Şengal û Kobanî li hember Kurdan bi awayekî fermî biryara şermezarkirina komkujiya li hember Kurdan û Xirîstiyanên li Sûriye û Iraqê di parlamentoyê de girt.
Projeya li ser navê Serokê Dûmaya Dewletê (Parlamentoya Rûsyayê) Sergey Narîşkîn, Serokê koma Partiya desthilatdar “Rûsyaya Yekbûyî ” Vladîmîr Vasîlyev, Serokê koma Partiya “Rûsyaya Dadmend” Sergey Mîronov, Serokê koma Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê Gennady Zûganov û Serokê koma Partiya lîberal-demokrat a Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovsky ji raya wekîlên gel re hat pêşkêşkirin.
Proje ji aliyê Serokê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Rûsyayê Aleksey Pûşkov ve hat danasîn. Pûşkov di nirxandina xwe de got ku aloziya li Rojhilata Navîn felaketeke însanî derxistiye holê, yek ji encamên wê felaketê êrîşên li ser Xiristiyan, kêmaran û bi taybetî jî li ser Kurdan e. Pûşkov da zanîn ku îro gelê Kurd li Sûriyê û di hin herêmên Iraqê di rewşeke zehmet de ne, komên radîkal bi taybetî li dijî Kurdan siyaseteke tund dimeşînin.
Pûşkov got ku mirov dikare vê wek komkujiyekê aşkera ya Kurdan li herêmên ku ew dijîn bi nav bike, ev yek berî her tiştî li qadên ku ketine bin kontrola DAIŞ’ê rû dide. Li gor nêrîna dîplomatê Rûs êrîşên li hember netewe û olên herêmê guhertina naveroka etnîkî ya herêmê dide çêkirin, ev yek jî di pêşerojê de dikare bi felaketeke demdirêj bi encam bibe.
Di daxuyaniya Parlamentoya Rûsyayê ku ji aliyê birêz Pûşkov ve hat pênasekirin tê gotin ku aloziyên li Rojhilata Navîn çavkaniya xwe ji siyaseta heyî ya welatên rojava, yên ku prensîbên hiqûqa navneteweyî binpê dikin û senaryoyên siyaseta xwe ya hundurîn li ser welatan ferz dikin, pircemseriya cîhanê napejirînin, û naxwazin bi hevkarî bi hemû nûnerên raya cîhanê re pirsgirêkên global çareser bikin, digire.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî tê kirin ku di demeke kurt de terora navnetewîey ya ku rûyê xwe yê tirsnak di bûyerên li Sûriye û Iraqê aşkera kiriye bi hevkariyeke giştî were rawestandin û têkbirin, ew tehdîtek ji bo şaristaniya mirovan e, lewra divê hemû çavkaniyên hevkarî û fînanseya terorê li Rojhilata Navîn û cîhanê dikin, ji holê werin rakirin. Koordînekirina hewldanên dijterorî divê li ser bingeheke saxlem, di bin sîwana Netewên Yekbûyî de were meşandin.