Rusyayê berê fazeyê Nuklerî da Tirkiyê

Rusyayê berê fazeyê Nuklerî da Tirkiyê

Piştî NATO’ê mertalê fuzeyê li Başûr û Rojavayê Romanya bicih kir û şûnde Rusya ket nava tevgerê û serikê fûzeyên nûkleyeri ji nûve dest bi cikirinê kir.  Piştî Kalînîngrat û şunde hat hînbûn ku Rûsyayê fuzeyê ku nûkleyer serik li van dikevin li Başûr herema leşkerî bi cihkirine.

Li gorî kanala 24 a Russîa taktik bataryê fazeya îskender-M ku bi şêvazê nû û modernizasyon hatin çêkirin li Başûrê Rusyayê herema leşkerî da bicihkirin. Leşkerê ku perverdeya peyvîst dîtin li heremê dest bi nobedariya leşkerî kirin.

Piştî krîza di navbera Rûsya û Ewropayê de rû da û şûnde vezîrê karê parastinê yê Rûsyayê daxûyanî da û fûzeyên ku li başêr û bakûr hatina bicihkirin pişt rastkiribû.

Hat hîn bun ku dê Rûsya li vê heremê sê batarya bicih bike.  Cîgerê vezîrê parastinê yê Rûsya Arkadîy Bahîm eşkere kir ku, fûzeyên ku nekilkirine başûrê Rûsyayê ê nêzî bajarê Krasnadar hatine kirin, li vir teslîmê fermandarê herêmê General Aleksander Galkîn hatina kirin.  Galkîn da diyar kir ku piştî fûzeyên yekem li heremê hatin bicihkirin û şûnde di navbera sê meha de dê yekîneyên fûzeyên îskender wê bigihêjin herêmê.

Herêma leşkeri a başûrê Rûsyayê, ji Rostov  heya sinorê Gûrcistanê direj dibe û hemû keviyê behra Reş digirê nav xwe.  Teybetmendaya îskender-M di nava NATO’da vekî ‘SS-26’ tê bi navkirin û bejna fuzeya îskender 7.2 me ne, serike şer jî nezî 480 kg ye. Fuzeya îskender-M  serikê taktik ê nûkleyerî dibe karê bê bi kar anîn.

Bernama sîstema parastina NATO a Fûze li kêleka Rojhilatê Ewropa Tirkiyê jî digire nava xwe.