Rûsyayê 40 ton alîkarî ji koçberên Sûriyeyê re şand

Rûsyayê 40 ton alîkarî ji koçberên Sûriyeyê re şand

Wezareta Rewşa Awerte ya Rûsyayê 40 ton alîkariya mirovî bi balafireke xwe ji koçberên Sûriyê yên li Libnanê re şand.

Îro balafireke girêdayî Wezareta Rewşên Awerte ya Rûsya yê ji bo alîkariya koçberên  Sûriyê yên li Libnanê 40 ton madeyên xwarinê birin paytexta Libnan Beyrûtê.  Rayedaran destnîşan kirin ku Rûsya yê dê alîkariya şêniyên Sûriyê bike. Rayedarên wezaretê diyar kirin ku çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê dê rewşa hemû koçberên ku li welatên cîran belavbûne çareser bikin.