Rûsya wê keştiyên şer ên nû bişîne Derya Spî

Rûsya wê keştiyên şer ên nû bişîne Derya Spî

Di demeke ku amadekariyên destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê bi awayekî vekirî tê kirin de, Rûsyayê da xuyakirin ku ewê di rojên pêş de 2 keştiyên xwe yên şer bişîne Derya Spî.

Çavkaniyek ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Rûsyayê daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Interfaxê û diyar kir ku rewşa li rojhilatê Akdenîzê tevlîhev bûye û destnîşan kir ku pêwistî hatiye dîtin hêzên deryayî xwe li gorî vê rewşê rêk û pêk bike. Çavkaniyê leşkerî got, "Di rojên pêş de, ji bo têkoşîna li dijî keştiyên binê avê, keştiyeke nû li Hêzên Deryayî yên Rûs ên li herêmê zêde bibe."

Heman çavkanî ragihandin ku kruvazora fuze ya hêzên deryayî ku niha li Derya Reş e û wezîfeya xwe ya li Bakurê Atlantîkê temam kir, wê biçe Derya Spî.

Çavkaniyekî Fermandariya Hêzên Deryayî ji ajansa nûçeyan a fermî Ria Novosti re peyivî û diyar kir ku ev guhertin ne ji ber tengezariya li Sûriyê ye û ev yek rotasyonek beriya niha hatibû destnîşankirin e.

Tê gotin, hêzên rojavayî yên bi serkêşiya DYE, ji bo destwerdaneke leşkerî li Sûriyê, xwe dane ber demeke guncaw. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Barack Obama da xuyakirin ku di mijara operasyoneke gengaz a li dijî rejîma Beşar Esad de, hînê biryara xwe nedane.