Rûsya li Stockholmê hate şermezarkirin

Hevkariya Rusyayê ya bi dewleta Tirk re ku êrîşên li ser Efrînê erê kir, li paytexta Swêd Stockholmê hate şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan, duh berêvarê li ber Konsolosaneya Rûsyayê ya li Stockholmê li hev civiyan. Girseya gel bi banga 'Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê' ya ji 60 partî, rêxistinên civakî yên medenî û rewşenbîran pêk tê, li hev kom bû û hevkariya Rûsyayê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên medenî axivîn. Qisekeran dan xuyakirin ku divê Rûsya nebe hevkarê sûcên li dijî mirovahiyê û komkujiyên dewleat Tirk.

Girseyê bi dirûşmên "Erdoganê kujer, Pûtînê dirû", "Kujerê zarokan Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê", "Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê bikşînin", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" û "Bijî YPG/YPJ" nêzîkatiya Rûsyayê protesto kir.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên weke „"Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" û "Komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bikin" hatin hilgirtin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, penaberên ji welatên din û Swêdî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Me ji hin beşdarên çalakiyê pirs kir bê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê çi difikirin:

Şoreş Reşî, (Nivîskarê Kurd ji Anatolya Navîn):

Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ne tenê ji bo Kurd û Tirkan, ji bo hemû cîhanê gelekî bi fikar e. Bombeyên diavêjin Efrînê û zexta li ser Kurdan bi rêya zemê li gelê Tirk wê vegere. Efrîn bajarek e ku lê gelê Kurd û gelên din bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn. Ji her netewe û baweriyê mirov hene. Ji deverên din ên Sûriyeyê mirovên ji şer reviyane xwe spartin Efrînê. Ev êrîş darbeyek li biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de ye. Artêşa Tirk û çeteyên piştgiriyê didinê divê di cih de vekişin.

Benjamîn Anderşon, (Teknîsyenê Swedî):

Ez ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Kurdan li vir im. Efrîn bajarê herî aram e. Pûtîn ji bo berjewendiyên welatê xwe Efrîn xiste mijara bazarê. Em nikarin vê qebûl bikin.

Misrî Kasirga (Xwendekarê dibistana amadekar ji Başûrê Kurdistanê):

Ez Kurdistanî me. Dema ku gelê Kurd li Rojava rastî êrîşan tê, ez nikarim bêdeng bimînim. Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd ê li Efrînê tê bombebarankirin ez li vir im.

Madde Gonzalez (Xwendekara ji Şîliye):

Ez ji ber ku mirov im, dewleta Tirk protesto dikim. Dikarîbû ku ez li Efrînê bûma û hedefa bombeyan bûma. Mafê hemû mirovan ji bo jiyana azad heye û ez ji bo vê biparêzim li vir im û piştgiriya xwe ya bi Kurdan re ez ê bidomînim.

Neda Nîsî (Xwendekara dibistan amadekar ji Îranê):

Ez nîv Iraqî nîv Îranî me. Ferq nake bê ji kîjan bawerî an jî etnîsîteyê me. Divê mirov rastî muameleya wekhev werin. Mirov nikarin werin qetilkirin ji ber ku Kurd in. Heke ew dimrin, ez jî dikarim bimrim.

Bahtiyar Şeyho (Ji Başûrê Kurdistanê):

Ji bo Rûsyaya ku piştgiriyê dide dewleta Tirk şermezar bikim, li vir im. Gelê Kurd bi şerê xwe yê li hember terorê serketinên mezin bidest xist. Lê belê welatên weke Rûsya û DYA ku gotin wê Kurdan biparêzin, careke din xiyanet li Kurdan kirin. Ez Tirkiyeya ku gelê sivîl dikuje, Rûsya ya ku piştgiriyê didiyê û welatên bêdeng dimînin şermezar dikim.