Rûsya: Konvoyek ji Tirkiyeyê, çek ji DAIŞ'ê re bir

Rûsyayê ragihand, wan konvoyeke ji Tirkiyeyê çek ji çeteyên DAIŞ'ê re dibir, tespît kirine.

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand, wan konvoyeke ji TIR'an a ji Tirkiyeyê çû herêma Helebê ya di bin kontrola DAIŞ'ê de ye tespît kirine, ku bi vê konvoyê ve çek radestî DAIŞ'ê hatiye kirin.

Ev agahî di raporeke li malpera înternetê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat weşandin. Di raporê de hat gotin, "Li bakurrojhilatê herêma Helebê, konvoyek ji TIR'an a bi çek û cebilxaneyan hat tespîtkirin. Ev konvoy tevî parastina çekdarî ji nava sînorên Tirkiyeyê hat, ji herêmên di bin kontrola komên cuda yên çekdarî de derbas bû û gihaşt xaka DAIŞ lê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li herêma Hûmmê bi nûnerên du herêman re peymana agirbestê hatiye morkirin û bi vî rengî hejmara herêmên tevlî pêvajoya bûne gihaştiye 138'an. Li gorî daxuyaniyê, agirbest di nava 24 saetên dawî de 3 caran hatiye binpêkirin.

Hat gotin, tevî ku meha Remezanê ye, êrîşên çeteyên El Nûsra dewam dikin û ji ber van êrîşan sivîl jiyana xwe ji dest didin.