Rûniştina doza rojnamevanên Kurd berdewam dike

Rûniştina doza rojnamevanên Kurd berdewam dike

3'yemîn rûnşitina doza rojnamegeran a jê 33 girtî ya 46 rojnamegerên di operasyona bi navê "KCK'ê" de tên darizandin berdewam dike.

3'yemîn rûniştina doza rojnamegerên di saziyên çapemeniya kurd de dixebitin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di roja duyemîn de dest pê kir. Di rûniştina li Sîlîvriyê tê dîtin bi tesbîta nasnameyan bi xwendina îdînameyê dest pê kir.

Di rûniştinê de ji bilî Nahîde Ermîş hemû rojnamegerên tên darizandin û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn.