Rûniştina doza rojnamegerên girtî di 4'ê Sibatê de ye
Rûniştina doza rojnamegerên girtî di 4'ê Sibatê de ye
Rûniştina doza rojnamegerên girtî di 4'ê Sibatê de ye
Rûniştina 32 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd dê 4'ê Sibatê roja duşemê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê berdewam bike. Rojnamegerên ku tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin di rûniştina berê de ji ber helwesta 15'emîn dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê krîz derketibûn çalakiyên şermezarkirinê pêk hatibûn.
3'emîn rûniştina doza 32 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd dê 4'ê Sibatê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bê dîtin. Di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê "KCK"ê de li dijî rojnamegerên Kurd operasyon pêk hatibû. Di operasyona ku li 7 bajaran li dijî buroyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Kovara Moderniteya Demokratik, Ajansa Etîkê û Belavkariya Firatê pêk hatibû de nêzî 50 rojnameger hatibûn binçvkirin û 36 rojnameger hatibûn girtin. 3'emîn rûniştian doza rojnamegeran ku meha borî bi nîqaşan pêk hat dê li 15'mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bedewam bike. Rûniştina dozê dê bi xwendina rupela 405'an a îdîanameyê berdewam bike.
Di îdîanameya ku di 11'ê Gulana 2012'an de ji aliyê Dozgerê Komarê yê Stenbolê Bîlal Bayraktar ve hat amadekirin û hemû agahiyên nûçe, wêne û telefonan kom kir û 800 rûpel îdîaname amade kiribû. Têkiliyên midûrên nûçeyan ên bi muhabîran re wekî îdîaya sûc nîşan dabû. Dîsa têkiliyên nûçegihan û çavkaniyan weki têkiliyên bi rêxistinê re nîşan dabû.
Di rûniştina 2'emîn de qeyran derketibû û parêzeran salon terk kiribû. Serokê Dadgehê Ali Alçik xwestibû ku parêzer li beşa temaşevanan rûnên û parêzeran helewesta dadger şermezar kiribûn û salon terk kiribû. Rûniştin dê 4'ê Sibatê dîsa li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam bike.