Rûniştina doza rojnameger û parêzeran hate kirin

Li Stenbolê rûniştina doza ‘Ozgur Gundem’ û ya ‘KCK Parêzer’an hate kirin.

Doza ku nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê û endamên desteya şêwirmendiya weşanê lê dihat darizandin, rûniştina wê ya 14’emîn li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 23’emîn hate kirin. Rojnameger Înan Kizilkaya, nivîskar Ayşe Necmiye Alpay û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Emîre Eren Keskîn tevlî dozê bûn. Heyeta dadgheê rûniştin taloqî 13’ê Çileya 2020’an kir.

11'emîn rûniştina doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar ê tev li Nobeta Gerînendeyên Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûbû û doz lê hatibû vekirin, li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê xwest xwest ji bo Dundar nivîsê ji dervê welat re bişînin û doz taloqî 21'ê Gulana 2020'an kirin.

‘KCK PARÊZER’

Rûniştina “Doza Parêzerên KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stebolê hat dîtin. Hin parêzerên derve de tên darizandin û gelek parêzesr beşdarî rûniştinê bûn. Ji parêzerên ne girtî tên darizandin Îbrahîm Bîlmez, Mûstafa Eraslan, Asya Ulker, Mehmet Sanî Kizilkaya û rojnameger Cengîz Kapmaz beşdarî rûniştinê bûn.

Gelek parêzer di rûniştinê de amede bûn û şandeyên biyanî rûniştin şopandin. Bi destpêkirina rûniştinê, derket holê ku şandeya dadgehê hatiye guhertin.

Şandeyê dûre rûniştin taloqî 26’ê Adara 2020’an kir.