Runiştina Doza Hrant Dînk pêk hat

Runiştina Doza Cînayeta Hrant Dînk pêk hat. Runiştina ku şahid hate guhdarkirin, ji bo sibe hate taloqkirin.

Rûniştina doza erkdarên dewletê ya têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk di roja 2’an de li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Senbol a li Çaglayanê dom kir. Di runiştinê de, Femandarê Tugaya Cendermeyan a Navçeyî ya Stenbolê Unal Karaosmanoglu û Midurê Şaxa Fermandariya Îstixbaratê Aycan Oktaylar ên wê pêvajoyê, weke şahid hatin guhdarkirin. Herduyan jî îdîa kirin ku îstixbarat di derbarê wê çalakiya dê ku wê li dijî Dînk bê kirin ne hatine.

‘WELATÊ MIN RÛMET WINDA KIR!’

Karaosmanoglû yê diyar kir ku qetilkirina Dînk ziyan daye welat, got; “Welatê min rûmet winda kir”, ji bo Dînk îfadeya, “Rojnamevanek hemwelatiyê Tirkiyê” bikar anî.

Midûrê Şaxa Fermandariya Îstixbarata Cendermeyan a Navçeyî ya Stenbûlê yê wê pêvajoyê Aycan Oktaylar ku bûyî şahid jî îdîa kir ku “Min bûyer ji televîzyonê zanî”.

Rûniştin, bi guhdarkirina Saîttin Bolukbaşi û Guven Şahîn ên şahid berdewam kir.

Dadgehê, runiştin piştî guhdarkirina şehidan taloqî sibe kir.