Rûniştina doza Guven hate kirin

Rûniştina doza Leyla Guven li Amedê hate kirin. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û rûniştin taloq kir.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven bi hinceta ku tevlî daxuyaniyên li dijî dagirkirina Efrînê bûye, doz lê hatibû vekirin.

Guven a ku 200 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bû, tevlî rûniştinê nebû.  Parlementerê Partiya Çep a Elmanyayê Hakan Taş û dîplomatên li Balyozxaneya Hollandayê ya li Tirkiyeyê tevlî rûniştinê bûn.

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku Guven parlementer e, ji ber vê jî divê darizandin were sekinandin û divê qedexeya wê ya derketina derve were rakirin.

Dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir û rûniştin taloq kir.