Rûniştina doza Encû û Îrmez hat dîtin

Li Silopiyayê rûniştina doza parlamenteran a Encû û Îrmez hat dîtin.

Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di dema 'qedexeya derketina derve' de Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ku hatibûn qetilkirin. Bi hinceta ku qedexe binpêkirine di derbarê Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encû ku doza hatibû vekirin îro li dadgeriya Silopiyayê hat dîtin.

Encû di parastina xwe de wiha got; "Di dema 'qedexeya derketina derve' de' hêzên ewlehiyê' mafê mirovan binpê kirine. Li Şirnexê gelek avahî hatin xirakirin. 'Hêzên ewlehiyê' çekên giran bikar anîne. Ji bo ku min ev anîne ziman ez têm darizandin."

Di dema qedexeyê de Encû diyarkir ku 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û daxwaza dîtin û darizandina kûjerên 3'ê jinên siyasetmedar kir.

Dadgeriyê rûniştina dozê taloqî 5'ê Gûlanê kir.