Rûniştina doza Demîrtaş û Yuksekdag pêk hat

Rûniştina doza Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bêyî agahiyê bidin parêzeran pêk hat.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20'ê Îlona 2019'an de ji bo bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobaniyê, di derbarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê de biryara girtinaê dabû. Îdîanameya derbarê Demîrtaş û Yuksekdagê de nehatiye amadekirin, lê belê lêkolînkirina derbarê girtina wan di 13'ê Kanûnê de wekî danişînekê pêk hat.

Di danişîna li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 4'an de Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Yuksekdag, parêzî nekir û beyanên xwe yên berê dubare kirin.

DEMÎRTAŞ: EZ DAXWAZA BERDANÊ NAKIM

Demîrtaş jî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlÎ danişînê bû. Demîrtaş di parêziya xwe de destnîşan kir ku ew rehîneyekî siyasî ye, doza berdana xwe nake û got: "Di serdemeke ku kujer û tecawizkar tên berdan û li kuçe û kolana ne, doza berdana xwe nakim."

Heyeta dadngehê daxwaza dozger qebûl kir û biryara dewama rewşa girtî da.