Rûniştina Demîrtaş û Yuksekdag taloqî 3’yê Gulanê bûn

Rûniştina doza bi îdîaya ‘Îftira li erkdarên cemaweriyê kiriye’ ya ku Hevserokên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jê dihatin darezandin taloqî 3’yê Gulanê hate kirin.

Rûniştina 8’emîn a doza Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên serdema berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku bi îdiaya “îftîra li erkdarên cemaweriyê kirin e” li Kayseriyê dihatin darizandin li Dadgeha Kayseriyê pêk hat.

Demîrtaş û Yuksekdag beşdarî dozê nebûn. Parêzerê Demîrtaş Aydın Erdogan di rûniştinê de amade bû.

Daxwaznameyên Demîrtaş û Yuksekdag ên şandin dadgehê hate xwendin.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 3’ê Gulanê kir.