Ruhê dozgerê Tirk li Almanyayê digere!
Ruhê dozgerê Tirk li Almanyayê digere!
Ruhê dozgerê Tirk li Almanyayê digere!
Ji ber xala 129b ku li Almanyayê di çarçoveya zagonên li dijî terorê de ev demek e ketiye pratîkê, ji bilî darizandinên li Hamburg, Stuttgart û Dusseldorfê û îro li Berlînê li dijî siyasetmedarên Kurd dozekî dî jî hate vekirin. Lê belê di rûniştina yekemîn a siyasetmedarê Kurd Vezir T. de serdozger xwest, doz di dewsa Kurdî de bi zimanê Tirkî were wergerandin.
Doza Vezir T. îro serê sibê li Dadgeha Biland a Berlînê dest pê kir. Vezir T.'yê ku bi endametiya "rêxistinekî terorîst" tê sûçdarkirin, di meha Berfenbara 2011 de hatibû binçavkirin. Di rûniştina yekemîn a îro de nasnameya Vezir T. hate tesbîtkirin. Dema lijneya dadgehê got "Li Tirkiyeyê hatiye dinê", Vezir T. li dijî vê derket û got "Ez li Kurdistanê hatime dinê". Lê dadger vê bersiva balkêş da; "Ez nikarim têkevim polemikan û naxwazim vê mijarê nîqaş bikim."
DOZGER DI DEWSA KURDÎ DE WERGERA TIRKÎ XWEST!
Di darizandina li Eyaleta Sachsenê de dadgehê ji bo Vezir T. ku Almanî nizane, wergervanekî Tirk anîbû. Lê belê Vezir T. li dijî vê derketibû û wergervanekî Kurd xwestibû û ev yek ji aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin. Îro balkêş bû ku serdozgerê federal carekî di wergervanekî Tirk xwest.
Serdozger dest nîşan kir ku Vezir T. 5 salan li Tirkiyeyê çûye dibistana seratayî û Tirkî baş dizane û ji bo vê jî xwest ku dosyaya dozê û îdianame di dewsa Kurdî de tercûmeyê Tirkî were kirin. Lê belê parêzerên Vezir T. li dijî vê yekê derketin û carekî dî ji bo wergêra Kurdî daxwaznameyek pêşkeşî dadgehê kirin.
Paşê serdozger îdianameyê xwend û îddia kir ku Vezir T. di navbera salên 2008 û 2009'an de li eyaletên Sachsen, Sahcsen-Anhalt, Thüringen ve Brandenburgê berpirsyarê PKK'yê bûye. Lê belê bi giştî îdianame ji dozên Hamburg, Stuttgart û Düsseldorfê ne cûdatir bû û hate îddiakirin ku PKK ji sala 1984'an ve li dijî dewleta Tirk şerê çekdarî dimeşîne û li gel daxwaza çareseriyê çalakiyên tundwerî jî li dar dixe.
NAVÊ SAKÎNE CANSIZ JÎ DI ÎDIANAMEYÊ DE DERBAS DIBE
Di îdianameyê de xala herî balkêş derbarê siyasetmedara Kurd Sakine Cansiz bû ku roja 9'ê Çilê li gel 2 hevalên xwe yên dî li Parîsê hatibû qetil kir. Serdozger îdia kir ku Cansiz di navbera salên 2007 û 2008'an de berpirsyara PKK'ê yê Almanyayê bûye û Vezir T. di van salan de ji Cansiz ferman wergirtiye.
Lê belê parêzerên Vezir T. Stephan Kuhn û Soenke Hilbrans li dijî van îdiayan derketin û diyar kirin ku dozên ku di çarçoveya 129b de li dijî siyasetmedarên Kurd hatine vekirin ne hiqûqî ne. Parêzaran dest nîşan kirin ku tevgara Kurd, ji bo gelê Kurd têkoşîna azadiyê dimeşîne û ji bo vê jî mirov nikare jê re bejê 'terorîst' e.
Dadgehê biryar da ku şefê Daîreya Sûçan a Federal (BKA)'yê were guhdarîkirin û ji bo vê jî dozê taloqê roja 13'ê Sibatê kir. Heman rojê li Hamburgê jî di doza siyasetmedarê Kurd Ali Îhsan Kitay de dê dadgeh biryara xwe aşkere bike.
DOZA SEREKE LI HAMBURGÊ YE!
Kitay 20 salan di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de ma û salekî zêdetir e jî li Almanyayê bêyî ku bê darizandin, di girtîgeha Damtorê de hate ragirtin. Kitay bi hinceta ji gulana 2007 û îlona 2008 ve rêveberê PKK'ê yê bakûrê Almanyayê tê darizandin. Doza Kitay, ji bo 5 aktîvistên Kurd ên li Almanyayê tê darizandin jî wekî doza sereke tê dîtin.
Almanya pîştî êrîşên 11'ê Îlonê, di çarçoveya qanûnên dijî terorê de, qanûna 129b amade kir. Ev qanûn rêxistinên biyanî yên çalakiyên tundiyê li dar xistin, dixe bin çavdêriyê û dişopîne. Sala 2010'an Dadgeha Federal a Almanyayê ragihand ku dozên PKK'ê jî dikevin nava vê madeyê. Lê belê derket holê ku sîstema dadê ya Alman derbarê bûyerên li Kurdistanê, tevgera Kurd û PKK'ê de qet tiştekî nizane.
Ji bilî doza Alî Îhsan Kitay bi heman awayî çend dozên dî jî li Almanyayê dimeşin. Li Stuttgartê ciwanên Kurd Ridvan Ozmen û Mehmet Akan tên darizandin. Herwiha meha borî Metîn Aydinê ku hezîrana 2011'an ji ber daxwaza rayedarên Alman li Swîsreyê hatibû girtin, radestê Almanyayê hatibû kirin.