Rûbîn: Gotina terorê hîn bêhtir li Tirkiyeyê tê

Ji rayedarên berê yê Pentagonê û lêkolîner Mîchael Rûbîn xwest ku hebûna PKK'ê ya li nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ji nû ve bê nirxandin û got, "Pênaseya terorîst ji PKK'ê bêhtir li Tirkiyeyê tê."

Dr. Mîchael Rûbîn ku li Enstîtuya Amerîkan Enterprîse lêkolînên xwe didomîne, salên 2000'î li Wezareta Parastinê (Pentagon) xebitî bû. Rûbîn xwest, ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê û Kurdan re ji nû ve binirxîne û bang kir ku sûcdariya 'terorîzmê' ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

'AGAHIYÊN TIRKAN HEMÛ QIRÊJ IN'

Rûbîn ji North Press Agency re axivî û got, "Divê DYE bi lezgînî cihê PKK'ê ya li lîsteyê (rêxistinên terorîst) tavilê ji nû ve binirxîne." Rûbîn destnîşan kir, agahiyên ku Tirkiyeyê bi salan têkildarî PKK'ê pêşkêşî DYE'yê kirin hemû derew û sexte ne û got, "Îstîxbaratên ji aliyê Tirkan ve hatin pêşkêşkirin hema bêjin hemû qirêj in. Ya rast divê DYE Tirkiyeyê ji nû ve binirxîne."

Rûbîn diyar kir ku ya Hamasê li Fîlîstînê dike, ya ku çeteyên DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê kiriye terorîzm e û got, "Lê belê karên rêveberiya xweser a li Sûriyeyê, nîşan dide ku propagandaya Tirkiye bi salane dike derew e, ku hikumeta DYE'yê û min jî ev yek berê qebûl kiribû."

'KURD DIJMIN AN JÎ TERORÎST NÎNIN'

Mîchael Rûbîn bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî tundiya li Sûriyeyê û got, "Kurd partnerê DYE'yê ne ku xwedî heman armancê ne. Kurd dijminê DYE'yê yan jî terorîst nînin."

'PÊNASEYA TERORÊ HÎN BÊHTIR LI TIRKIYEYÊ TÊ'

Rûbîn bal kişand ser qirêjiya agahiyên ku Tirkiyeyê têkildarî PKK'ê pêşkêş kiriye û xwest, têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji nû ve bên nirxandin. Rûbîn got, "Endamê NATO'yê be yan jî nebe, pênaseya sponsoriya terorê ji PKK'ê bêhtir li Tirkiyeyê tê."

JEFFREY LAMPEYA KESK JI PAQIJIYA ETNÎKÎ RE VÊXIST

Rûbîn bal kişand ser rola Nûnerê Taybet ê Trûmp ê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey a di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de û bi rengekî giran Jeffrey sûcdar kir ku gelek caran bi têkiliyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re kete rojevê. Rûbîn destnîşan kir, ku Tirkiyeyê herêmên bi navê 'herêma ewle' dagir kiriye veguherandiye qadeke terorîstan û got, "Jeffrey ne tenê lampeya kesk ji qirkirina etnîkî re vêxist, di heman demê de derfet da Erdogan ku sînorên Tirkiyeyê biguherîne."

Rûbîn destnîşan kir ku kiryar û hewldanên Jeffrey bi kêrî Rûsya, Esad û DAÎŞ'ê hat.

'KURD MAFDAR IN KU CAREKE DIN BI DYE'YÊ BAWER NEKIN'

Rûbîn bi zimanekî tund DYE rexne kir ku li gel polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê Kurd bi tenê hişlt û got, "Serokekî DYE'yê dikare vê polîtîkayê biguherîne, lê belê sedemên Kurdan ên mafdar hene ku careke din bi sozên Emerîkayê bawer nekin."