RTUK'ê xwe kir mufetîşê televîzyonên Kurdan

RTUK'ê ku tevî Eutelsatê hewl da televîzyonên Kurdan bigire, mohra xwe danî binê biryareke sosret.

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK), di mijara nirxandina naveroka weşanê ya televîzyonên Kurd de xwe erkdar îlan kir, ku di nava van televîzyonan de Ronahî TV a ji bo Rojavayê Kurdistanê weşanê dike, heye.

RTUK'ê ji bo girtina Stêrk TV û Ronahî TV nivîsek ji Eutelsatê re şand. Derket holê, ku RTUK'ê mohra xwe daniye binê biryarekê, ku ji aliyê hiqûqî ve sosret e. Endamên RTUK'ê roja 1'ê Adara 2017'an li hev civiyan û di mijara nirxandina naveroka weşanên Ronahî TV û Stêrk TV de hikum dan, ku ew erkdar in.

Ji ber ku Ronahî TV ji bo Rojavayê Kurdistanê û Stêrk TV jî ji bo Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê weşanê dike, tê meraq kirin bê RTUK'ê biryareke bi vî rengî çawa daye. Di nava RTUK'ê de tenê Ersîn Ongel li dijî vê biryarê derket.

Di metna biryarê de wiha hate gotin:

"Tevî ku Ronahî TV ne li Tirkiyeyê ye, lîsansa weşanê ji desteya me ya bilind negirtiye, bingeha xwe ya peykê ne ya Tirkiyeyê ye, hatiye tespîtkirin ku di çarçoveya armancên rêxistina terorê de (...), ji bo destekkirina xebatên rêxistina terorê weşanê dike. Lewma erka desteya me ya bilind e ku naveroka weşana qenala TV a bi logoya Ronahî TV binirxîne û ji bo astengkirina weşana vê qenalê ji saziya mafê weşanê daye bixwaze. Ev biryar li hemberî dengê dijber ê endamê desteya bilind Ersîn Ongel bi piraniya dengan hatiye girtin."